Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da 2022-12-28 09:11:55   SÊRT - Hevşaredar Berîvan Helen Işikê ku diyar kir qeyûmê Şaredariya Sêrtê 8 mal û milkên şaredariyê bi awayekî bêhiqûqî firotiye, ji bo betalkirina firotina van mal û milkan serî li Dadgeha Îdareyê da.    Osman Hacibektaşoglû ku wekî qeyûm tayînî şûna Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işikê hat kirin, 18 mal û milkên şaredariyê dan ber firotinê. Ji 18 mal û milkên ku qeyûm Hacibektaşoglû ew dane berfirotinê û ji 23 hezar û 630 metrekare erd û erseyan pêk tên. Ji van erd û erseyan 13 jê li Taxa Evrenê, 3 jê li Taxa Çalê û her duyên din jî li Taxa Yagmûrtepe û Taxa Kooperatîfê ne. Ji bo van erd û erseyan 34 milyon û 163 hezar TL hatiye diyarkirin. Encumenên ku qeyûm ew diyar kirine, di 22'yê mijdarê de li avahiya şaredariyê "îhale" çêkirin. Di îhaleyê de 8 mal û milk hatine firotinû 10 jê jî nehatine firotin.    Hevşaredara HDP'î Berîvan Helen Işik û 13 endamên meclisê li dijî vê biryarê serî li dadgehê dan. Di serlêdana li Dadgeha Îdareyê ya Sêrtê de hat xwestin ku ev firotinên bi awayekî derî usûl û qanûnê hatine kirin bên betalkirin.    BÊHIQÛQÎTÎ   Hevşaredar Işikê bilêv kir ku qeyûm ku şaredariyê di nava deynan de hiştiye mal û milkên şaredariyê bi awayekî bêhiqûqî firotine û wiha got: "Ji ber ku dizanin dê bi hilbijartinê nikaribin şaredariyê bi dest bixin, radibin mal û milkên şaredariyê difiroşin. Ji ber ku dizanin dema wan pir nemaye, çî şaredariyê hebin difiroşin. Dixwazin gava şaredarî têkeve destê kesên hilbijartî, ew kes nikaribin bixebitin. Lewma her tiştî pêşkêşî alîgiran dikin."    ‘QASEYA GELÊ BAJÊR TÊ VALAKIRIN'   Işik, da zanîn ku mufetîşên ku di dema wan de ji şaredariyê dernediketin, di dema qeyûm de naçin şaredariyê û wiha domand: "Ji ber ku li holê venihêrînek tune ye, her tiştî difiroşin kesên li gorî dilê xwe. Vê yekê bi rihetî dikin. Lê em ê nehêlin ku pereyên gel ev qasî bi bêînsafî bê xerckirin. Em ê li bara darazê hesabê hemû bêhiqûqîtiyan bidin. Qaseya gelê bajêr ku vîna wî hatiye xespkirin tê valakirin. Mal û milkên şaredariyê tên firotin."    Bi domdarî Işik detsnîşan kir ku qeyûm bi encumenên xwe re îhaleyên bêhiqûqî dike û ev tişt gotin: "Qeyûman texrîbatek gelek mezin li şaredariyê çêkirine. Tenê ne li Sêrtê, li gelek bajaran rewş bi vî rengî ye. Pereyê tê xerckirin êdî nayê kontrlkirin. Herî dawî 8 mal û milkên şaredariyê hatin firotin. Me têkildarî firotina van mal û milkan serî li dadgehê da. Em ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin."    MA / Fethî Balaman