Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye 2023-01-03 12:33:11 ENQERE - Li gorî daneyên ENAG’ê enflasyona salane ji sedî 137 û li gorî daneyên TUÎK’ê jî ji sedî 64 e.    Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG), enflasyona mehane weke ji sedî 5,18 û enflasyona salane jî weke ji sedî 137,55 eşkere kir. Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) jî enflasyona mehane weke ji sedî 1,18 û ya salane jî ji sedî 64 eşkere kir. Li gorî daneyan, di navbera rêjeya enflasyonê ya ENAG û TUÎK’ê de ferqeke weke ji sedî 73 heye. s