Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin 2023-01-16 15:46:47   AMED - Karkerên firinan ên Amedê dev ji kar berdan û bi vê çalakiyê hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Karkeran wiha got: “Em dixwazin şert û mercên me yên xebatê bên başkirin û heqê keda me were dayîn.”    Karkerên firinan ên Amedê ji bo ku şert û mercên wan ên xebatê bên başkirin, çalakiya rawestandina kar lidar xistin. Karkeran, li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) bi girseyî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pêşmalkên “Ji sendîkayê re erê ji kedxwariyê re na”, “Ji karkeriya belaş re na” û “Em ne xulamên Serdema Navîn in” li xwe kiribûn, dovîzên “Em naxwazin bêsîgorta bixebitin”, “Firinvanên Amedê mafdar in dê bi ser kevin” hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Serok îstîfa” û “Em pispor in, mafdar in, mafê xwe dixwazin” berz kirin.    Yek ji karkerên firinan Nîhat Guneş li ser navê karkerên firinan axivî û wiha got: “Em, ji ber şert û mercên giran mexdûr dibin. Em dixwazin ku her kes li vê çalakiya me guhdar be. Li gel ku di bin mercên giran de dixebitin jî heqê keda me nayê dayîn. Em naxwazin bibin ji wan karkeran ku karmendên wan terikandî û hatine tepisandin. Em her roj bi saetan dixebitin da ku pêdiviya bingehîn a gel pêşwazî bikin. Hem ji hêla beden ve hûm jî ji hêla ruhî ve em bedelên giran didin.”    ‘EM BÊSÎGORTA TÊN XEBITANDIN’   Bi domdarî Guneş da zanîn ku ji ber nebûna sîgortaya wan, dema ji ber mercên giran nexweş dikevin nikarin biçin nexweşxaneyê û wiha domand: “Her 7 rojên hefteyê em bênavber dixebitin û nikarin bêhna xwe vedin. Lê heqdestê me di bin vî karê giran de dihele. Rewşa aboriyê ya heyî mexdûriyeta me hîn bêhtir radixe ber çavan. Em naxwazin di bin vî barê giran ê ku bi sala ye li ser pişta me bifetisin û heqê keda me bê zayîkirin. Daxwaza me ew e ku mercên xebata me bên başkirin û heqê keda me were dayîn. Banga me ji bo rayedar û karmendan ev e; bi bêdengiya xwe deriyên debara me negirin.”    ‘NAVÊ PERGALÊ KAPÎTALÎZM E’   Piştre jî parêzera Sendîkaya Karkerên Pîşesaziya Xurekan (Gida-Îş)  a girêdayî DÎSK’ê Songul Argunaga axivî û bal kişand ser kedxwariya kapîtalîzmê. Argunaga got ku firinvan li dijî pergala kapîtalîzmê îro çalakiyê li dar dixin û wiha got: “Baş dizanin bê ka tişta keda wan dixwe çi ye. Em dizanin bê ka dê çawa li dijî vê pergalê têbikoşin. Karkerên firinan ên Amedê îro careke din rêya têkoşînê nîşanî me dan. Heta ku karkerên firinan heqê xwe bi dest dixin em ê bi wan re bin.”    ‘ÊN KU EV 30 SAL IN NEKIRINE NIKARIN NIHA JÎ BIKIN’   Ji karkeran Atîlla Ekîn jî axaftina Serokê Federasyona Firinvanan a Tirkiyeyê Halîl Îbrahîm Balci ku digot; “Hinek kes li gorî xwe di sektorê de krîzê derdixînin û piştre dixwazin bibin leheng” bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Ev nêzî 30 sal in Serokatiya Odeya Firinvanan dike. Heta niha jî karkerên bêsîgorta dixebitin hene lê tu bi saya pereyê ku ew didin li ser wê kursiyê rûdinî. Divê haya te jê hebe ku tu bi saya me li wir rûdinî. Heke em bixwazin dikarin li seranserî Amedê nan dernexîn. Em vê nakin ji ber ku naxwazin gelê me mexdûr bibe. Em li Amedê nêzî 10 hezar karkerên firinan in. Lê ji bo ku di hilberînê de pirsgirêk dernekeve, em komek tenê hatine vê derê. Heke hûn wiha bikin em tevek dê li vir kom bibin.”   Karkeran gelek caran bi dirûşma “Serok îstîfa” berz kirin û xwestin ku Balci îstîfa bike.