Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere 2023-01-29 09:02:07   COLEMÊRG - Abdultahir Kaynak ku behsa tihîna bi nav û deng a Çelê kir ku li gundê Biyadireyê di aş de tê çêkirin, got ku aş ne bi pereyan bi kunciyan digere.    Aşê dîrokî yê li gundê Biyadir ê navçeya Çelê ya Colemêrgê, ji bo tihîne bi nav û deng a Çelê digere. Abdultahîr Kaynak ku li ber vî aşê dîrokî ye, behsa çêkirina tihîna Çelê kir.    Kaynak bilêv kir ku kuncî di meha gulanê de tên çandin û piştî 3 mehan tên berhevkirin û wiha got: "Cotkarên ku şeveqê zû diçin nava erd, bi awayekî palûteyî kunciyan berhev dikin û wan didin ber tavê ji bo hişk bibin. Piştî 20 rojan vê carê şivan tên daxdan. Berê jinan vî karê zor û zehmet dikir. Lê niha bi makîneyan tên hêrandin."    JI NAVA ZEVIYÊ BER BI SIFREYÊ   Kaynak bilêv kir ku kuncî tên girbêjkirin û paşê şevekê di nava avê de tên sekinandin, ji bo şil bibin û bi dû re di nava ava şor de tên sekinandin da qalikên wan rabin. Kaynak, wiha domand: "Ji bo 300 kîlo kuncî, 90-100 kîlo xwê tê bikaranîn. Kuncî demekê di nava ava şor de tên sekinandin û paşê tên dawerivandin. Piştî çend caran tên şûştin, li aş tên hêrandin û ji bo tihînê tên bikaranîn. Ev tihîna ku bi ked û tahbeke mezin a cotkarên herêmê tê çêkirin, li gor daxwaza kesan tê pakêtkirin û firotin."    NE PERE, BI KUNCIYAN DIGERE   Bi domdarî Kaynak diyar kir ku her kes bi berdêla hinek kuncî, kunciyên xwe li aş dihêre û dike tihîn û got ku aş ne bi pere, bi kunciyan digere. Kaynak da zanîn ku tihîna tê çêkirin hin welatî wê difiroşin hin jê jî ji bo xwarinê hiştînin û got ku aş tam 6 mehan tihînê çêdike.    Di berdewamê de Kaynak bal kişand ser krîza aborî û bandora wê ya li ser fiyetê tihînê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îsal kîloya tihînê 180 TL ye. Ji lew re her tişt biha bûye. Pereyê tirk êdî tu qîmet jê re nemaye. Par kîloya tihînê 100 lîre bû, îsal du qat zêde bûye. Her kes dibêje 'Krîz heye', na xela heye. Krîz çi qasî kûr dibe bila bibe, em ê dest ji vê detskariyê bernedin. Heya em sax bin dê ev aşê dîrokî bigere."