Starta 1’ê Gulanê li Evraza Kazanci hat dayîn 2018-04-07 13:43:47 STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Stebolê û pêkhatiyên HDK’ê starta 1’ê Gulanê bi dirûşmeya “Ji Newrozê heya 1’ê Gulanê em ê cardin werin” li Evraza Kazanci dan. Rêxistana HDP’ê ya Stenbol û pêkhatiyên HDK’ê li Evraza Kazanci ya Taksîmê bi belavkirina belavokên bi dirûşmeya “Ji Newrozê heya 1’ê Gulanê emê cardin werin” starta 1’ê Gulanê dan. Girseya li ber Evraza Kazanci ya Taksîmê kom bûn, polîsan mûdaxileyê wan kirin û xestin girse belav bibe. Ligel hemû astengiyan girseyê belavok belav kirin û daxuyanî dan.   ‘TAKSÎM QADA 1’Ê GULANEYÊ’   Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr daxuyanî da û wiha axivî: “Hemû rêxistinên demokratîk, sendîka û û partiyên siyasî ji bo 1’ê Gulanê dest bi rêxistinkirinê, kirin. Ji bo bîranîna rêhevalên me yên di 1’ê Gulan 1977’an de winda kirin, me xwest em ji Evraza Kazanci dest bi xebatên xwe bikin.  Qeda Taksîmê veguheriye komkujiya 1’ê Gulan 1977’an. Qada Taksîmê bi salane li karker û kedkaran digirin. Ligel vê yekê jî me xebatên xwe yê 1’ê Gulanê ji vê derê dest pê kir.   JI NEWROZÊ HEYA 1’Ê GULANÊ    Parlamenterê HDP’ê ya Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman jî beşdarî belav kirina belavokan bû û got: “Divê ji Newrozê haya 1’ê Gulanê me berxwedan, têkoşîn û azadiyê mezintir bikin. Ji Gulan 1977’an heya roja îro tu tişt neguheriye. Îro hêzên totalîter dixwazin li ser gelê me komkujî pêk bînin. Divê em li dijî van hêzan dengên xwe bilind bikin. Ji ber vê yekê em hemû kesê vedixînin 1’ê Gulanê.”   Piştî daxuhaniyê, girseyê ji Evraza Kazanci, heya Kolana Îstîklalê û ji wir jî haya Tunelê belavok belav kirin. Gel eleqeyek mezin nîşanî belavkirina belavokan dan.