255 karkerên Şaredariya Rezan çalakî pêk anîn 2018-04-09 15:27:26 AMED - 255 karkerên şaredariya Rizan yên ji kar hatin derxistin, li dijî "Lêpirsîna ewlehiyê" dest bi çalakiyê kirin û xwestin dîsa li karê xwe vegerin. Karkeran li pêş şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.  Li Navçeya Rezan a Amedê 255 karkerên ku piştî "lêpirsîna ewlehiyê" ji kar hatin derxistin, ji bo dîsa li karê xwe vegerin li pêş şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 255 personelên şaredariyê ji bo dîsa li karê xwe vegerin, li pêş avahiya şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Karkeran li cihê çalakiyê pankartên "Nanekî ji bo me zêde dibînin" "Ji qirkirina karkeran re bes e" û "Bîrdoziya nan nabe." vekirin. Karkeran bertekên xwe anîn ziman û xwestin dîsa li karê xwe vegerin. Piştî çalakiyê nûnerên HDP, DBP, PSK, HAK-PAR, Azadî Par, PDK-Bakur, OSP, PAK'e karker ziyaret kirin.