Berxwedana karkerên Kartonsanê bi ser ket 2023-04-09 10:38:27   STENBOL - Karkerên Kartonsanê bi sedema ku mûçeyên wan di bin kêmtirîn mûçeyan de ye dest bi grevê kiribûn û piştî berxwedana 108 rojan bi ser ketin.    Di hevdîtinên Peymana Kar a Komî (TÎS) yên li Febrîqeya Kartonsanê de ku 6 mehan domiyan, encamek nehat bidestxistin û li ser vê yekê 168 karkeran di 22’yê kanûna 2022’yan de dest bi grevê kirin. Karkeran, wê demê diyar kirin ku mûçeyên wan di bin kêmtirîn mûçeyê de ye û dixwestin ku li mûçeyên wan ji sedî 150 zem were kirin. Lê belê karmendan ev teklîf red kirin û gotin ku dê ji sedî 90 zem bikin. Li ser vê yekê karkeran dest bi grevê kirin.    Berxwedana karkeran a li pêşiya febrîqeyê di roja 108’an de bi ser ket. Karkeran bi rêveberiya febrîqeyê re li hev kir. Li gorî peymanê; ji 1’ê adara 2023’yan ve mûçeyê herî kêm dê bibe 20 hezar û 115 TL, mûçeye nîvekî bû 22 hezar û 370 TL û mûçeyê herî bilind jî bû 28 hezar TL. Di heman demê de ji bo alîkariyên civakî jî ji sedî 100 heta 120’an zem hat kirin û çeka xurekan ku 300 lîre bû jî derxistin 6 hezar TL’an. Hat destnîşankirin ku dê di demekî nêz de promosyonên karkeran bên razandin û karker dê di 10’ê nîsanê de dîsa dest bi xebata xwe bikin.