Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’ 2023-04-27 09:59:27   BEDLÎS - Mexdûrê “mulakatê” Fûat Ozdemîr wek bertek li ser ereboka xwe “Birincfiroşê xwedî bi dîploma” nivîsandiye û diyar kir ku li gel wî zanîngehê bi rêjeyek baş qedandiye jî nayê tayînkirin û bi firotina goştê ser birincê debara xwe dike.   Bedlîs di warê feqîrî û betaliyê de her tim di statîskên dawî de cih digire. 350 nifûsa bajêr heye. Krîza aborî pir eşker xwe li vî bajarî dide nîşandan. Li Bedlîsê  beşek zêde ya nifûsê ji ciwanan pêk tê. Her sal bi hezaran kes bi hêviya kar bibînin û bixebitin berê xwe didin metropolên Tirkiyeyê an jî koç dikin. Li vî bajarê qedîm ji ber polîtîkayên aboriyê yên AKP-MHP’ê ku li xelkê dispêre dibe sedema feqîrî û betaliyê. Li Bedlîsê fabrikaya cixareyan cara ewil di sala 1940’î de dest bi hilberînê kir û di 20’ê kanûna 2007’an de hat girtin. Bi girtina fabrîkeyê re rêjeya betaliyê hin zêdetir bû. Di van rojên ku xelk feqîr dibe û aborî qet baş xuya nake, li navenda Bedlîsê û li navçeyên wê bi hezaran welatî betal in. Gelek ciwanên Bedlîsê ku zanîngeh xwendine ji ber derfetên kar nînin betal in û her wiha ji ber ku AKP-MHP’ê mulakata tayînkirina karên bo cemaweriyê bi mulakatê ve girêdaye xwende betal in.    HER TIM DI MULAKATÊ DE HATIYE HIŞTIN    Yek ji van kesên ku zanîngeh qedandiye û betal e jî Fûat Ozdemîr e. Ew bi rêjeya yekemîn Beşa Rêveberiya Zanist û Cemaweriyê ya Siyasetê ya Zanîngeha Mûşê diqedîne lê tevî vê serkeftina wî jî nayê tayînkirin û ji bo ew betal nemîne û debara xwe bike, niha goştê ser birinc difiroşe. Ozdemîr di gelek mulakatan re derbas bûye û di hemûyan de hat hiştin. Ozdemîr dibêje ji ber ku ew nehat tayînkirin bi salan betal maye û ji ber vê yekê niha li qeraxê Gola Wanê li navçeya Tetwanê di ereboka destan de birinc ango goşê ser birinc difiroşe û bi vî awayî debara malbata xwe dike. Ozdemîr ê ku mexdûrê mulakatê ye li ser ereboka xwe bi awayek bertek nivîsa “Birincfiroşê xwedî bi diploma” nivîsandiye. Ev nivîs bala mirovan dide ser xwe.    SERPÊHATIYA FIROTNA BIRINCÊ   Ozdemîr derbarê rewşa xwe de wiha dibêje, “Min bi salan xwend, min zanîngehê bi pileya yekemîn qedand. Armanca min ew bû ku bibim mifetîşê bacê. Ez ketim gelek ezmûn û mulakatan. Tevî vê yekê jî tayîna min pêk nehat. Bi awayekî min di mulakatê de hiştin. Serpêhatiya min a firotina birinc jî li Îzmîrê dest pê kr. Li Îzmîrê dema ez diçûk kursa KPSS’ê, di saetên êvarê de min li Basmaneya Îzmîrê birincê ku goşt li serê ye difirot. Du salan ez li Îzmîrê xebitîm. Piştre min biryar da ku ez werim Tetwanê vî karî bidomînim.”    XWEST KU MULAKAT BÊ RAKIRIN    Ozdemîr da zanîn ku ew li Tetwanê jî li KPSS’ê xebitiye û bi tu awayî tayîna wî pêk nehatiye û ji ber wî nikaribûye debara xwe bike ji neçarî birinc difiroşe. Ozdemîr got niha ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’ bûye remza Tetwanê. Ozdemîr diyar kir ku êdî tayînkirina kar û barên saziyên dewletê ne li gorî mulakatê û serkeftinê tê kirin li gorî alîgirî û liyaqatê tê kirin. Ozdemîr bi bîr xist ku tê gotin dê piştî hilbijartinê mulakat bên rakirin û ew bi hêvî ye dê bê rakirin da ku tayînî karekî bê kirin. Ozdemîr xwest mulakat bê rakirin.