Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Em ê di 14’ê Gulanê de desthilata faşîst bişînin 2023-05-01 11:52:54   WAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a di mitînga 1’ê Gulanê ku bi hezaran kes tevlibûn de axivî, bi gotina “Hûn her roj bi hezaran kesan binçav bikin jî kurd wê dest ji têkoşîna xwe bernedin” anî ziman ku dê di 14’ê Gulanê de “tifaqa faşîst” winda bike.    Bi pêşengtiya Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Şaxa Genel-Îş a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Baroya Wanê, Odeya Bijîşkan a Wan Colemêrgê, Şaxa Odeya Bijîşkên Diranan û Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) li Wanê pîrozbahiya 1’ ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê hate lidarxistin. Bi hezaran kes tev li mitîngê bûn. Kedkarên ku beriya mitîngê li du baskan hatin ba hev, bi kortejên dirêj ber bi Parka Mûsa Anter ve dest bi meşê kirin.    ‘HÛN NIKARIN ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG BIKIN’    Li pêşiya kortejê pankarta “Hûn dê nekarin bêdeng bikin” a Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) ku ji hêla rojnamegeran ve hate hatibû hilgirtin hate vekirin. Di tevahiya meşa kortejê de dirûşmên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin”, “Bijî Yekê Gulanê” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin û kedkar gihiştin qadê.    Di baskê meşê yê din de jî Partiya Çepên Kesk, HDP’î û DBP’î meşiyan. Li ser dikê pankartên “Kî ne em? Gelê serfiraz, dijminê dijmin, dostê aştîxwaz, em xweş mirov in” û “Em ê teslîmî bêsîgortebûn, newekhevî, paşverûtî û rantê nebin. Ji bo hêvî û têkoşînê mezin bikin bijî 1’ê Gulanê” hatin daliqandin. Pankarta “Ji bo serkeftinê pêdivî bi wêrektiyê heye. Şoreşa Kurdistanê li Rojhilata Navîn ronesanseke. Jiyana ku beriya wê tê kirin ne bi mûcîzeyan bi şoreşê pêkan e” ya ji gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qadê hate gerandin. Piştî rêzgirtinê ewilî koma muzîkê ya Egîtîm Sen’ê derket ser dikê. Dirûşmeyên kedkarên ku bi stranên hatin gotin govend gerandin kêliyekê jî nesekinîn.”   ‘EM Ê TESLÎMÎ VÊ PERGALÊ NEBIN’    Serokê Şaxa Egîtîm Sen’a Wanê Mûrat Atabay ê li ser navê Komîteya Amadekar axivî, wiha got: “Hesaba hemû hilweşînin hatin kirin em kedkar dê bipirsin; em ê vê pergala rant, newekhevî û xizaniyê hilweşînin. 1’ê Gulana 2023’yan wê bibe destpêkeke nû. Em ji bo pêşerojeke ku polîtîkayên şer bi dawî dibin, pirsgirêka kurd çareser bibe, kes ji ber nasnameya xew mûameleya çîna duyemîn nebîne, azadiya fikr û îfadeyê neyê cezakirin, ked û laîktî lê serwer be têdikoşin.”   TTB: WELAT NE MEHKÛMÎ TARÎTIYÊ YE   Piştî Atabay Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bûlût axivî û wiha got: “Hemû karkerên cîhanê ji bo dîktariyê ji holê rakin hatine bahev. Nêze ku em dawiyê li polîtîkayên hilweşîner ên desthilatê bînin. An dê ev tarîtî berdewam bike an jî em ê welatekî ku kedkaran mafên xwe bi dest bixin ava bikin. Tirkiye ne mehkûmî vê tarîtiyê ye. Em welatekî ku adil, wekhev û xwe gihandineke tenduristiya bê pere dixwazin û em ê vê bi dest bixin.”   KESK: EM Ê DI 14’Ê GULANê DE JI REJÎMA YEK ZILAMÎ RE BÊJIN NA   Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî wiha axivî: “Bi qirkirinên siyasî dixwazin me bêdeng bikin lê ye ji xwe ye. Me 21 salan bîat nekir û em ê wan di 14’ê Gulanê de bişînin. Me di demekî nêzîk de du erdhej jiyan; me dît ku polîtîkayên talan û rantker ên desthilatê têk çûn. Gelê me bi rojan di bin kavilan de ma li benda xelaskirinê. Yekane sedemê van hemûyan pergala yek zilamî ye. Em hemû dê bibin yek xwe bi rêxistin bikin û li dijî rejîma yek zilamî bi ruhê seferberiyê xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Bi salane polîtîkayên israra di şer de û neçareserkirina pirsgirêka kurd tê ferzkirin. Ev welat bi polîtîkayên tecrîd, bişaftin û zextan her roj hinek din kûrtir dibe, li dijî kesên çareserkirina pirsgirêka kurd dixwazin zext zêde dibin. Bi van polîtîkayan bi hezaran mirovên me bi kumpasan diavêjin girtîgehan û digirin. Ji ber vê yekê tercîha me ya 14’ê Gulanê gelek girîng e û em ê ji pergala yek zilamî re bibêjin na.”   DBP: DI SOSYALÎZMÊ DE ISRAR DI MIROVBÛNÊ DE ISRAR E   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî ev tişt gotin: “Kedkar îro li dijî desthilata faşîst li qadan e. Îro, jin, kedkar, ciwan li dijî vê pergala kapîtalîst ala sosyalîzmê radikin. Ji ber ku em dizanin israra di sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye. Ji bo em pêşerojê ava bikin em ê bi hev re biçin 14’ê Gulanê. Kesên îro li qadan li cem hev disekinin destê hev bernedin ji ber em ê sibeya 15’ê gulanê vê govendê dîsa bigerînin. AKP û MHP çawa dijminê jinan, demokrasiyê, ciwanan, baweriyan be dijminê kedkaran e jî. Ji ber vê em ê têkoşîna xwe mezin bikin û hesabê ji vê desthilata faşîst bipirsin. Heke niha Wan qeyrana aboriyê di asta herî jor de bijî sedemê vê AKP ye. Ji ber vê em ê AKP’ê bikin partiya tabelayê. Digotin ev desthilat naçe lê me di sala 2019’an de paş ve bir û em ê di 14’ê Gulanê de jî bi desthilata faşîst bidin windakirin. Têkoşîna gelê kurd qasî ji bo azadiya Kurdistanê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye.”   ‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’   Aydenîz, a qala operasyonên qirkirinê yên siyasî kir axaftina xwe wiha domand: “Bi rojane bi bikaranîna sepanên dewletê yên bi zorê operasyonên siyasî dikin. Çiqas operasyonan bikin jî ye ji xwe ye, ji ber ku we winda kir. Kurd tu car paş ve gavê naavêjin. Hûn her roj bi hezaran kesan binçav bikin jî wê ev gel dest ji têkoşîna xwe bernede. Heke pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe. Em ê bi têkoşîna kurdan û kedkaran demokrasiyê bînin Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku sibeya 15’ê Gulanê dê bibe roja ku em komara demokratîk ava bikin. Divê em ji bîr nekin ku her roj li qadan bimînin û ji her derê re ji herkesê re vebêjin ku 14’ê Gulanê çiqas girîng e. Em bawer dikin ku bi sekna gel û kedkaran a ligel hev em ê bi vê desthilata faşîst bidin windakirin.”   Piştî axaftinan mitînga 1’ê Gulanê bi stranên Aryen Komê bi dawî bû.