Keskîn Bayindir: Em ê bi berxwedana karker û kedkaran vê îktidarê bişînin 2023-05-01 12:59:29   ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin li Êlihê di mitînga 1’ê Gulanê de axivîn û gotin: “Kedkarên ku bi ruh û coşa 8’ê Adarê û Newrozê qadan tije kirin, wê di 14’ê Gulane de vê îktidarê bişînin.”   Li Êlihê karker û kedkar ji bo 1’ê Gulanê mitîng li dar xistin. Beriya mitîng dest pê bike bi hezaran kedkar li ber dibistanekî kom bûn û bi awayê korteje heta cihê mitîngê Parka 8’ê Adarê meş li dar xistin. Kedkaran di meşê de dirûşmeyên “Bijî bexwedana kedkaran”, “Bijî yek Gulan”, “Jin jiyan azadî” berz kirin. Her sazî û sendîka bi pankartên xwe tev li korteje bûn. Pankartên ku nivîsên “Israra di sosyalîzmê de israrbûna mirovî ye” û “Li dijî şer, kedxwariyê, feqîriyê û bêewlehiyê em têkoşînê berfireh dikin, bijî 1’ê Gulanê” hatin vekirin.    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Ûca, Mehmet Ruştu Tiryakî, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kedkar beşdarî mitîngê bûn.    Axaftina destpêkê ya mitîngê li ser navê Komîteya Amadekar, Serokê Petrol Îşê ya Şaxa Êlihê Veysel Kartal kir. Kartal got: “Yên ku di erdhejê de bûn sedemê mirina mirovan, bila baş bizanibin ku wê ev gel hesab ji wan bipirse. Para kî di vê hilweşandina ku kapîtalîzmê afirandiye de hebe wê li ber wîjdanê gel û hiqûqê hesab bidin. Hezar silav ji berxwedêrên li dijî zextan, binçavkirinan û zilmê re.”    Mitîng bi stranên hunermend Agît Işik berdewam kir.    'EM Ê VÊ ÎKTIDARA DIJMINÊ KED Û DÎROKÊ BIŞÎNIN’   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mitîngê de axivî û diyar kir ku kedkaran li dijî faşîzmê berxwedanek mezin nîşan didin û wiha got: “Em ê bi têkoşîn û berxwedana gelan û kedkaran vê îktidara faşîst a AKP-MHP’ê têk bibin. Em têkoşîna Edîp Solmaz ku wek mîrate ji me re hiştiye didomînin. Ev îktidar dijminê ked û xwezayê ye. Heskîfa xwedî dîroka 12 hezar sal xistin bin avê û betonê. Em ê hesabê dîrok û siberoja xwe ji vê îktidara xwedî hişmendiya betonê di 14’ê Gulanê de bipirsin û bişînin.”    GOVENDA AZADIYÊ    Bayindir da zanîn ku jinan di qadên 8’ê Adarê, kurdan qadên Newrozê û kedkar qadên 1’ê Gulanê bi ruhê berxwedanê tije kirin û got: “Ev rûh û kelecan wê di 14’ê Gulanê de bigihîje serkeftinê. Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigirin. Erdogan îro 1’ê Gulanê di qesra xwe de pîroz dike. Bila were qadên gel bibîne. Em ne te, ne qesra te û ne jî pîrozbahiya te ya 1’ê Gulanê qebûl dikin. Heyama wan heyama ku berîkên alîgirên xwe tije kirin û gel feqîr kirinê ye. Ji bo ku ser vê yekê bigire şer dixe dewrê. Û paşê jî bihayê guleyan ji xelkê dipirse. Em ê li Êlihê wan bikin partiya tabelayê û her 5 namzetan jî bi ser bixînin. Hemû polîtîkayên wan têk çûn. Wê gelê me di 14’ê Gulanê de bersiva herî xweş bide we.”    TÊKOŞÎNA KED ÛAZADIYÊ    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî cejna 1’ê Gulanê li karker û kedkaran pîroz kir û wiha axivî: “Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê qadên 1’ê Gulanê tije bûne. Em ê bi keda kedkar û ciwanan îktidara AKP’ê bişînin. Kedkar kedek mezin didin lê keda wan ji nedîtî ve tê. Em bi kedxwariya karkeran re rûbirû ne. Êlih jî bajarê karker û kedkaran e. Wê karker û kedkar roja hilbijartinê vê îktidarê bişînin. Em ê destkeftiyên karker û kedkaran biparêzin. Ev têkoşîn têkoşîna sosyalizm, ked û azadiyê ye. Em ê bi têkoşîna xwe qesrê wan vala bikin û bi stran û govenda xwe serkeftinê pîroz bikin.   RAYEK JI KILIÇDAROGLÛ RE RAYEK JÎ JI PARTIYA ÇEPÊN KESK RE    Îktidara AKP-MHP’ê ji bo xwe li ser linga bigire, her cure şer û zordestiyê xistiye dewrê. Ew çi dikin bila bikin lê wê biçin. Ev bajar bi destê rejîma qeyûm tê birêvebirin. Edîp Solmaz li vî bajarî bi îradeya gel hatibû hilbijartin lê wî qetil kirin. Lê zîhniyeta qetlîmker bi rejîma qeyûman îktidara xwe didomîne. Ev gel wê bêhurmetiya li hemberî xwe ji bîra neke. Ji hilbijartinê re 13 roj man. Ji bo em rejîma Qesrê bişînin rayek ji Kiliçdaroglû re rayek jî ji Partiya Çepên Kesk re. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ê bi hev re vê îktidarê bişînin.”    Mitîng li ber stranên Kolektîfa Rîtmên Azad bi dawî bû