Li Dêrsimê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Em ê bi hev re biguherînin 2023-05-01 13:55:02   DÊRSIM - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiya 1’ ê Gulanê ya Dêrsimê de ku bi hezaran kes tevlibûn axivî û wiha got: “Em ê dengekî xwe ji bo têkbirina rejîma faşîst bidin û dengekî ji bo rêveberiya kedkaran bidin. Em ê bi hev re biguherînin.”    Li Dêrsimê bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ku gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de cih digirin, pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê hat pîrozkirin. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, beriya pîrozbahiyê li Kolana Hunerê hatin ba hev. Bi hezaran karkerên ku pêşmalkên sendîkayê li xwe kirin, di dest de pankart û flamayên 1’ê Gulanê Qada Seyît Riza tije kirin. Piştî meşê, bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê dest pê kir.    AQÛBETA GULISTAN DOKU HATE PIRSÎN    Li ser navê Komîteya Amadekar a Dêrsimê, Sekretera Şaxa Egîtîm Senê Raîfe Yilmaz axivî. Yilmaz, diyar kir ku jiyaneke bêtemînat li tevahiya kedkaran tê ferzkirin û wiha got: “Ji ber krîza aborî gelek kesên rewşenbîr diçin derveyî welat. Divê ev pergal were guherandin.” Piştî ku li ser dikê pirsa “Gulistan Doku li ku ye?” hate kirin, girseyê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir.    Piştre jî nûnerên DÎSK’ê û Şaredarê Bajarê Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglû girse silav kirin. Maçoglû, bal kişand ser bedelên di têkoşîna çînê de hatine dayîn û wiha got: “Ji bo mezinkirina têkoşîna çînîtiyê em neçarin bi hev re bin. Silav ji bo kesên li her devera Tirkiyeyê qadên 1’ê Gulanê tije kirin.”   OZTURK: GEL BILÊTA DESTHILATÊ BIRÎ   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku dikevin hilbijartineke dîrokî û ev tişt anî ziman: “Ji bo me ev hilbijartin di navbera du partî yan jî di navbera du tifaqan de nayê kirin. Em li dijî faşîzmê û dijminatiya li kurdan, weke sosyalîstan dikevin hilbijartinê. Ya ku ji bo me vê hilbijartinê dike hilbijartina dîrokî jî ev e. Du tifaq hatine avakirin; tu polîtîkayên qirêjî neman ku Tifaqa Cumhur li ser jin û ciwanên Kurdistanê nemeşandibin. Lê kesên bi armanca ‘em ê serî bi kedkaran bidin tewandin, em ê serî bi kurdan bidin tewandin’ amadekariyan dikin, dê bi saya têkoşînê têk biçin. Em ê ji bo ciwan û jinan biçin ser sindoqan. Em ê li dijî feraseta Dêrsimê, Kurdistanê tune dihesibînin biçin ser sindoqan. Gelê me bilêta desthilatê bi şertê ku qet venegere bo 14’ê Gulanê birî. Em ê ji zîhniyeta Tayyîp Erdogan xelas bibin. Lewma em dibêjin dengek ji bo Kiliçdaroglû, dengek ji bo Partiya Çepên Kesk.”    Di vê navberê de girseyê dirûşma “Dêrsim dê ji faşîzmê re bibe goristan” hate berzkirin û Ozturk jî li ser vê yekê wiha got: “Dêrsim, keleha berxwedanê ye. Em mafdar in. Em di doz û berxwedana xwe de mafdar in. Bi hêza vê mafdariyê em dibêjin ku dê bi ser kevin, teqez em ê bi ser kevin.”    UÇAR: EM Ê BIBIN KIRDEYA AVAKER   Piştre jî Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ççîgdem Kiliçgun Uçar derket ser dikê. Uçar, girse bi kirmanckî silav kir û wiha got: “Vê desthilatiyê karker xistin halekî wisa ku birçî diçin malê û nikarin li rûyê zarokên xwe binêrin. Îcar bêyî şerm bikin dirûşma ‘dema rast, mirovê rast’ bi kar tînin. Bêyî şerm bikin dibêjin dema rast. Lê em ê vê demê bikin dema rast û wê jiyana hêjayî me hatiye dîtin biguherînin û dema rast ava bikin. Em ê rejîma yekzilamî hilweşînin, têkoşîna jinan li her deverê mezin bikin û dema rast ava bikin. Em ê li dijî siyaseta cihêkar, siyaseta demokratîk mezin bikin û dema rast ava bikin. Em ê di sedsala duyemîn a komarê de bibin kirdeya avaker.”    'DÊRSIM JI BO TÊKBIRINA DESTHILATÊ AMADE YE’   Di berdewamê de Uçar wiha got: “Hemû nirxên Dêrsimê di bin êrişan de ne. Tundiya wan tu carî bi dawî nebû. Lê berxwedana Dêrsimê tu carî xelas nebû. Heke em îro di bin sîwaneya partiyekê de siyasetê bikin û ji bo demokratîkkirina siyaseta Tirkiyeyê ewqas xwedî îdia bin, ev bi saya keda we ye. Em dikevin hilbijartineke krîtîk. Ev hilbijartin, muhasebeyeke sedsalî ye. Em dixwazin nîşanî her kesî bidin ku pêkvejiyan mimkin e. Rejîma yekzilamî ji bo çûnê amade nîne lê Dêrsim ji bo şandina wan amade ye.    EM Ê BI HEV RE BIGUHERÎNIN   Tifaqa Ked û Azadiyê li dijî rejîma yekzilamî ye. Em dixwazin bi têkoşîna xwe Tirkiye û komareke demokratîk ava bikin. Dema em vê dikin, li ser fermana qesrê operasyon tên kirin. Li dijî Çapemeniya Azad ku serî natewîne û kedkarên siyaseta demokratîk operasyonan dikin. Dê îro jî bikin, sibe jî bikin. Em dixwazin jiyaneke wisa ava bikin ku êdî ev çênebin. Yên ku dê bi ser kevin ne partiyeke siyasî lê hûn û kedkar dê bi ser kevin. Yên ku ev têkoşîn heta îro anîn, jin in. Bila soza me ya ji bo Gulistan Doku be; dê ev têkoşîn bi ser keve û desthilata ku aqûbeta wê diyar nekirî têk biçe. Em ê bi hev re jiyana wekhev ava bikin. Ev hilbijartin krîtîk in; em ê dengekî xwe ji bo têkbirina rejîma faşîst bidin Kiliçdaroglû û dengê xwe yê din jî bidin Partiya Çepên Kesk. Em ê bi hev re biguherînin.”    Her wiha nûnerê partiyên siyasî yên din û rêxistinên civaka sivîl jî derketin ser dikê û peyamên 1’ê Gulanê parve kirin. Pîrozbahî, bi guhdarîkirina stranan bi dawî bû.