Kedkaran li Amedê bang kir: Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere 2023-05-01 17:15:28   AMED - Kedkaran di pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya Amedê de ev peyam dan: “Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere.”    Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li Qada Deriyê Çiyê daxuyanî hate dayîn. Kedkaran xwestin ji Deriyê Rihayê li navçeya Sûrê û li ser Cadeya Lîseyê ya li navçeya Bajarê Nû bi 2 kortêjan bikevin qadê. Lê destûr nehate dayîn û li ser vê yekê kedkar bi komên cuda ketin qadê. Qada Deriyê Çiyê bi bariyeran hatibû dorpêçkirin û noqteya lêgerînê hatibû danîn. Kedkar, piştî lêgerînê ketin qadê. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê û partiyên siyasî jî piştgirî dan pîrozbahiyê. Di pîrozbahiyê de pankartên “Parastin dê serî netewîne”, “Li dijî xizanî, newekhevî û kedxwariyê em jin dê vê pergalê biguherînin”, “Heta ked nebe azadî nabe”, “Bijî Yekê Gulanê” û “Bi berxwedana jinan bihar wê bi gulanê tê were” hatin vekirin.    Di bernameya 1’ê Gulanê de li ser navê Komîteya Amadekar Siraç Çelîk bi zaravayê kurdî yê kirmanckî axivî û dîroka 1’ê Gulanê vegot. Çelîk, bal kişand ser qedexe û zextan û wiha got: “Di operasyona 25’ê nîsanê ya navenda wê Amed de gelek rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermend hatin binçavkirin û girtin. Bi vê yekê dixwazin di erefeya hilbijartinê de hemû kesî bêdeng bikin. Ev pergal, pergaleke zordest e. Em van qadan ji we re nahêlin. Di 14’ê Gulanê de hilbijartin hene. Ev qad dê bersiveke xurt bide we. Vê ji bîr nekin.”    ‘BILA SONDA ME BE KU DÊ HESABÊ BIPIRSIN’    Piştre jî bi zimanê kurdî yê kurmancî û bi zimanê tirkî daxuyaniya hevpar hate dayîn. Daxuyaniya bi kurmancî ji hêla Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan û ya bi tirkî jî ji hêla Hevserokê Şaxa Sendîkaya Genel Îşê ya Hejmar 2 a DÎSK’ê Behçet Barût ve hate xwendin. Tûran ji ewil qurbaniyên erdhejê bi bîr anî û wiha got: “Karesateke xwezayî bi destê mirovan veguherandin trajediyeke mezin. Kesên wiha kirin bi çendek daxuyaniyan, bi çendek girtinan dê nekarin xwe ji vê berpirsyartiyê xelas bikin. Em sond dixwin ku dê hesaba her zindiyekê jiyana xwe ji dest dayîn bipirsin.”    ‘TEKANE TIŞTÊ ZÊDE NABE MÛÇEYÊN ME NE’   Bi domdarî Tûran wiha got: “Zeman tên kirin û helîna hêza kirînê êdî wisa bi jiyanê kiriye ku mirov nema dikare êdî bijî. Di serî de jinên kedkar, li hemû kedkaran jiyana xebatê ya bêtemînat ferz dikin. Welatê me ji her qadê ve veguheriye ‘komara bêtemînatan.’ Bêkariya jinan û xebata wan a bêtemînat, tacîz, tundî mobbîng roj bi roj zêdetir dibin. Bêkarî roj bi roj zêdetir dibe. Di cînayetên karkeran de êdî komkujî çêdibin. Ji bo her tiştekî zem tên kirin lê tenê mûçeyên me zêde nabin.”    ‘EV PERGAL AN DÊ BIGUHERE YAN DÊ BIGUHERE’   Di berdewamê de Tûran ev tişt anî ziman: “Bacên ji karker û xebatkaran tên girtin, di bin navê parastin û ewlehiyê de didin çekan, sermaye û patronan. Di pirsgirêka kurd de bi siyaseta neçareserî û îmhayê hewl didin pêşeroja xwe misoger bikin. Dixwazin ev pergala rant û kedxwariyê bidome. Ji bo parastina berjewendiyên xwe, dixwazin avadaniyê tarî û milîtarîst her tim hebin. Hemû derdorên bi vê armancê, di bin tifaqa herî faşîzan û paşverû de bûn yek. Xala wan a hevpar jî înkarkirina gelê kurd, polîtîkayên ewlekariyê, dijbertiya jinan, paşverûtî, dijbertiya aştiyê û tunekirina demokrasiyê ye. Ya ku ev hêjayî me dibînin, pergala qeyûm, îxrackirin, bêedaletî, yekperestî, milîtarîzm, îşkence û sepanên dermirovî yên li girtîgehan e. Lê êdî sebrê me nema ye. Ji bo wekhevî, azadî, edalet, aştî, demokrasî, laîktî û azadiyê em dibêjin êdî bes e. Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere.”    ‘ROJ ROJA GUHERÎNA DEWRANÊ YE’    Piştre jî Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) Gonul Adibellî axivî û got ku îktîdar hewl dide kesên li hemberî wan serî natewînin bêdeng bike. Adibellî wiha domand: “Yên nikarin bêdeng bikin jî hewl didin bigirin. Em baş bi mebesta ji van girtin û binçavkirinan dizanin. Ev dewran wiha nadome. Ev pergal wiha nadome. Roj roja guherîna dewranê ye.”    ‘ÇI DIBE BILA BIBE SERKEFTIN DÊ YA ME BE’    Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan jî axaftineke kin kir û wiha got: “Em ê di vê hilbijartinê de, 14’ê Gulanê bikin roja berxwedan û serkeftinê. Em ê 1’ê Gulana 2024’an bêyî îktîdara AKP-MHP’ê pîroz bikin. Ev feraseta dewlete ya neteweperest, li dijî karker û civakîbûnê ye. Êrişî destkeftiyên HDP’ê dike, bi sedan hevalên me xistin zindanan. Lê ew çi bikin jî em ê wan di 14’ê Gulanê de têk bibin. Em ê ji bo aştî û azadiyê, ji bo azadiya Kurdistanê ji îktîdara AKP-MHP’ê hesabê bipirsin. Çi dibe bila bibe dê serkeftin a me be.”    Bername, bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.