Daneyên enflasyonê hatin parvekirin 2023-05-03 11:20:20   ENQERE - ENAG’ê enflasyona salane weke ji sedî 105,5 û TUÎK’ê jî weke ji sedî 43,68 ragihand.    Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) û Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyona salane eşkere kirin. Balkêş e ku di navbera daneyên ENAG û TUÎK’ê de ferqeke mezin heye. Li gorî daneyên enflasyonê yên ENAG’ê yên meha nîsanê; enflasyona salane ji sedî 105,19 e. Li gorî daneyan; Endeksa Bihayê Mezêxeran (E-TUFE) di meha nîsanê de ji sedî 4,86 zêde bû. Li gorî daneyên TUÎK’ê yên meha adarê, enflasyona salane ji sedî 43,68 e. Li gorî daneyên heman meha sala par, bi rêjeya ji sedî 13,82’yan re enflasyon herî kêm di koma sereke ya cil û pêlavan de çêbûye. Her wiha herî zêde jî bi rêjeya ji sedî 66,2’yan re di koma sereke ya tenduristiyê de çêbûye.    ENFLASYON DI CIL Û PÊLAVAN DE TÊ HÎSKIRIN   Li gorî daneyên ENAG’ê; di meha nîsanê de bihayê cil û pêlavan ji sedî 14,02 zêde bû û di rêza yekemîn de ye. Di rêza duyemîn de jî bi rêjeya ji sedî 9,41 re alav û amûrên malê; di rêza sêyemîn de jî bi rêjeya ji sedî 7,47 re ragihandin tê.    ENAG’ê di meha sibatê de diyar kiribû ku enflasyon ji sedî 5,08 zêde bûye û enflasyona salane jî weke ji sedî 112,5 eşkere kiribû.