Li Amedê cînayeta kar 2023-05-04 11:25:00     AMED - Personelê DEDAŞ’ê Veysel Elaltûnterîn ê dema xwendina saeta ceyranê ya di trafoyê de ceyranê ew girt, jiyana xwe ji dest da.    Şîrketa Firotina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji bo pêşiyê li bikaranîna ceyrana qaçax bigire saetên ceyranê vediguhêze ser stunên ceyranê. Ev karê DEDAŞ’ê bû sedemê ku personelekî wan jiyana xwe ji dest bide. Personelê DEDAŞ’ê Veysel Elaltûnterîn ê dema duh li navçeya Bismil a Amedê xwendina saeta ceyranê ya di trafoyê de, ceyranê ew girt, giran birîndar bû.    Elaltûnterîn ê ji aliyê tîmên tenduristiyê yên li ser agahdarkirinê hatin cihê bûyerê ve bi awayekî li ser hişê xwe çûyî ji ser stûna ceyranê anîn xwarê, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Elaltûnterîn ê du caran li vir dilê wî sekini, sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hate kirin.    Elaltûnterîn serê vê sibeyê jiyana xwe ji dest da.