515 karker piştî ‘mulakat’ê betal man 2018-04-12 15:27:22   WAN - Şaxa Sendîkaya Genel-Îş'ê ya Wanê diyar kir ku di bin navê “kadrobûna taşeron" de 515 karker piştî mulakatê ji kar hatine avêtin.    Şaxa Sendîkaya Genel- Îş'ê ya DÎSK'ê ya Wanê, tekildarî 515 karkerên ji kar hatin dûrxistin daxuyanî da. Sekreterê Şaxa Genel Îş'ê Omer Tekîn, diyar kir ku di 9'ê Nîsanê de Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê, VASKÎ, Şaredariya Rêya Armûşê û Şaredariya Artemêtan di bin tavê "Kadrobûna taşeron" de 515 karker piştî mulakatan ji kar hatine dûrxistin. Tekin, anî ziman ku ev pêkanîn ne li gorî heqiyê ye û wiah got: "Ji Şaredariya Bajarê Mezin 370, VASKÎ 88, Şaredariya Rêya Armûşê 37, Artemêtan jî 20 karkerên taşeron ji kar dûr xistin.    Tekîn, anî ziman ku di mulakatê de pirsên "Mirovê herî mezin ê cîhanê kî ye? Yekem Tirkê ku çapxane anîye kî ye? Madeya xam a camê çiye? Pira di navbera Stenbol û Bursaye de tê avakirin navê wê çiye? pirsîne.