Banka Navendî ketiye çirava deynan 2023-05-10 14:17:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêjeya rezervên net ên ji derveyî shapan ên Banka Navendî ku di dîroka xwe de cara ewil e ewqas zêde deyndar bûye, ket binê sifire 68,4 milyar dolaran.    Piştî kurên dovîzan zêde bûn, deynê Banka Navendî derket lûtkeyê. Li gorî Bloomberg’ê; Banka Navendî di navbera kanûna 2021’an û nîsana 2023’yan de 177 milyar dolar firotin û bi vê yekê re mudaxeleyî piyasayê kir. Di meha dawî de jî 49 milyar dolar firotin û mudaxaleyî piyasayê kir.    Aborînasa Bloombergê Selva Bazîkî bal kişand heliyana di Banka Navendî û rêjeya rezervên net ên ji derveyî shapan ên Banka Navendî ku di dîroka xwe de cara ewil e ewqas zêde deyndar bûye, ket binê sifire 68,4 milyar dolaran.