Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir 2023-05-19 10:54:32   ENQERE - Banka Navendî ji biryara xwe ya 16’ê gulanê lê ve bû û ragihand ku dê ji bo avansa neqdê ya di qertên krediyê û di bikaranîna hesabên mevdûatê yên krediyê de tu sînoran nedeynin.    Banka Navendî (MB) di 16’ê gulanê de biryarek dabû. Li gorî biryarê; mişteriyên ku lîmîta qerta wan a krediyê li ser rêjeyekê, di kişandina neqdî yê li ser qertên krediyê û lêçûnên zêr, li gorî cureyê krediyê dê ji sedî 30 girêdayî tesîsa menqûl qîmetê bin.    Lê Banka Navendî ji vê biryara xwe lêve bû û ragihand ku dê ji bo avansa neqdê ya di qertên krediyê de û di bikaranîna hesabên mevdûatê yên krediyê de tu sînoran nedeynin.