Karkerên li ber xwe didin li benda 1’ê Gulanê ne 2018-04-15 09:17:22 ÎZMÎR – Karkerên taşeronî yên li Zanîngeha Egeyê ku li benda kadrobûyînê bûn ji kar hatin avêtin, diyar kirin ku ew ê vê derhiqûqiya ku ew pê re rû bi rû mane, di 1’ê Gulanê de mehkûm bikin.  Di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de bi KHK’Ya Jimare 696 a der barê karkerên taşorînî de, li Zanîngeha Egeyê jî 420 karkerên taşeronî yên li benda kadrobûyînê bûn ji kar hatin avêtin. Karkerên hatin avêtin diyarkirin ku ew ê vê derhiqûqiyê di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li qadan biqîrin.    Karker Eray Topal, diyar kir ku der barê wan de biryareke neheq hatiye dayîn û bi vê biryarê de di şevekê de ji kar hatine avêtin. Topal, bi lêv kir ku ji bo ev mexdûriyet ji holê bê rakirin ew çalakiyan li dar dixin. Topal anî ziman ku ew ê di 1’ê Gulanê de bi daxwaza vegerin ser karê xwe dakevin qadan. Topal got: “Em ê nîşanî hemû welat bidin ku karkerên Zanîngeha Egeyê, karkerên bi KHK’an hatine mexdûrkirin ne bi tenê ne.”    ‘EM Ê DERHIQÛQIYAN MEHKÛM BIKIN’    Karker Mîne Soyler, diyar kir ku hevalên wan ên berasteng jî ji kar hatine avêtin. Soyler destnîşan kir ku heta ew venegerin ser karê xwe ew ê bitêkoşin. Soyler diyar kir ku ew ê di 1’ê Gulanê de dakevin qadan û ew ê bi hev re tiştên hîn baştir bikin.    Karker Gurkan Akpolat ê ji kar hat avêtin jî destnîşan kir ku ew ê bi çalakiyên xwe derhiqûqiya ku ew pê re rû bi rû mane mehkûm bikin. Akpolat got: “Ji bo xwedîderketina li nanê xwe em ê qadên 1’ê Gulanê tijî bikin û derhiqûqiya em pê re rû bi rû mane û daxwazên xwe bi lêv bikin.”