AKP sewalkarî û cotkariyê qedand 2023-05-25 09:55:19   XARPÊT - Li Xarpêtê Turabî Engîn ê ku ji ber polîtîkayên di bin navê “ewlehiyê” de hatin birêvebirin neçar maye ku dest ji sewalkariyê berde diyar kir ku ew nikarin hewcedariyên metbexa xwe bicih bînin.   Hikûmeta AKP’ê 21 sal in tevî ku li dijî ked û hilberînê ye jî desthilatdariya xwe didomîne û tesîrek neyînî li ser aboriya civakê dike. Hikûmet li şûna ku hilberîneriya xwecihî li pêş bikeve lê di şûna vê de ji derve hilberîna tîne welat.    Xelkê bakurê Kurdistanê û pisporên aborî, sewalkarî û çandiniyê diyar dikin ku ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê xelk feqîr bûye, cotkar û dikandar neçar mane dest ji karên xwe berdin. Ji ber polîtîkayên xelet ên hikûmetê li bakurê Kurdistanê hema bêje sewalkarî hatiye asta qedandinê û kar û zirara çandiniyê jî hev dernaxe. Yek ji van bajarên ku sewalkarî lê qediyaye Xarpêt e.    NEÇA DIMÎNE KU DEST JI SEWALKARIYÊ BERDE    Turabî Engîn (55) li taxa Şahînkaya ya Xarpêtê cotkariyê dike û dibêje ji ber bihabûnê cotkarî hatiye asta qedandinê. Engîn diyar dike ku ew di salên 1990’î de ji navçeya Xozatê ya Dêrsimê ji ber polîtîkayên “ewlehiyê” neçar maye ku koçî Xarpêtê bike û ew li Xozatê bi karê sewalkariyê mijûl bû. Engîn dest ji sewalkariyê berdide û li Xarpêtê dest bi cotkariyê dike. Engîn got niha ew êdî nikarin cotkariyê jî bikin.    Engîn anî ziman ku xelkê Dêrsmê ji ber valakirina gundan neçar ma koç bike û got: “Welatiyan koçî metropolan û bajarên din kirin. Niha kes li gundan nîne, hemû vala ne. Tenê ne li Dêrsimê li bajarên din jî debara xelkê li ser sewalkariyê bû. Mêrgên me kêm kirin, derketina zozanan hat qedexekirin û welatiyan dest ji her tiştî berda û neçar ma koç bike. Dema gund vala bûn sewalkarî hat asta qedandinê. Ji ber vê yekê mirovên ku bi cotkariyê û sewalkariyê ve mijûl bûn, feyda wan li aboriya welat nebû.”    Engîn da zanîn ku ji ber sewalkarî hat qedandin neçar ma ku dest ji sewalkariyê berde û berê xwe daye karê cotkariyê û wiha got: “Em li Dêrsimê bi sewalkariyê ve mijûl dibûn. Em hatin vir ji bo em debara xwe bikin jî me dest bi cotkariyê kir. Ez ceh û genim datînim. Ji ber ku êm biha bû me sewalên xwe firot. Tenê çêlekek me maye ew jî ji bo pêdiviyên malê em xwedî dikin. Lê vê cotkariya ez dikim jî kar û zirara me hev dernaxe.”    ‘EM NIKARIN HEWCEDARIYÊ METBEXA XWE BIKIRIN’    Engîn diyar kir ku hemû malzemeyên cotkariyê jî biha bûne û wiha axivî: “Mazot, gubre û tov gelek biha bûye. Ji ber kut ov ji derveyî welat tê pir li ber xwe nade. Bi zorê em îdareya xwe dikin. Ji bo em debara xwe bikin cotkarî têr nake. Teşwîq û krediyên ku dewlet dide jî têra hewcedariyên metbexa me nake.”    COTKARÎ HATIYE ASTA QEDANDINÊ    Engîn anî ziman ku ji ber polîtîkayên şaş ên çandiniyê û bi teşwîqên bêkontrol cotkarî jî hatiye asta qedandinê û wiha got: “Tovên me yên xwecihî neman. Ji ber ku tovên me yên xwecihî neman, adeta me hewceyî tovên ji derve tên kirine. Cotkar bi fikar in û nememnûn in. Mirov siberoja xwe nabînin. Ciwan hemû çûne derveyî welat. Di bin navê polîtîkaya xwecihî û milî de civak ji hev belav bû. Em ji cih û warên xwe bûn.”