Rezervên MB’ê piştî 21 salan cara ewil ketin bin sifrê 2023-05-25 15:54:43   ENQERE - Rezervên Banka Navendî piştî 21 salan cara ewil ketin bin sifrê.    Banka Navendî “Îstatîstîkên Pere û Bankayê ya Heftane” weşand. Li gorî daneyan; rezerva brût a Banga Navendî hefteya bihûrî 3,5 milyar dolaran kêm bû û daket 101 milyar û 590 milyon dolaran. Hefteya din jî rezervên navneteweyî yên net 2 milyar û 326 milyon dolar bûn lê ji 18’ê gulanê ve li kêmiyê da û 151,2 milyon dolaran kete bin sifrê. Rezerv herî dawî di 1’ê sibata 2002’yan de ketibû bin sifrê ku ew jî milyarek û 980 milyon dolar bû.   Rezerva dovîzê ya Banka Navendî hefteyek berê 2 milyar dolaran kêm bû û daket 58 milyar û 825 milyon dolaran. Her wiha rezerva zêr jî milyarek û 600 milyon dolaran ket û bû 42 milyar û 765 milyon dolar.