Aborînas Nas: Em bi qeyrana pergalî re rû bi rû ne 2018-04-16 10:32:05 STENBOL –  Aborînas û siyasetmedar Nesrîn Nas, der barê rewşa aboriya Tirkiye de diyar kir ku di 3 kalên dawî de zêdeyî 70 markayên navneteweyî Tirkiye terk kirine û wiha got: “Her ku dolar û euro buha dibe di sektorên reel de wekî erdhejê çê dibe. Em bi qeyrana pergalî re rû bi rû ne. Vê carê dê wekî sala 2001'an alîkarî ji derve neyê."  Seroka Giştî ya Anavatanê ya berê û aborînas Nesrîn Nas, li ser geşedanên dawî yên aboriyê nirxandin kir. Nas diyar kir ku qrîza aboriyê ji ber "krîza baweriyê" ya aloziya siyaset û aboriyê pêk tê û wiha got: “Îktîdarê zirxê OHAL'ê li xwe kiriye. Ji bilî muttefikê xwe MHP'ê tu kesî nas nake. Pêşketina aboriyê li ser baweriyê pêş dikeve. Divê kesê di qada aboriyê de kar ava dike berî her tiştî di milê hiquqê de  xwedî bawerî be. Divê hem kesê afirîner û hem kesê serxwir xwe di ewlehiyê de xwedî bawerî be. Kesên wekî îktîdarê nefikirin wekî terorîst tên îlankirin. Wekî xayinên welat tên îlankirin. Li welatekî wisa ewlehî darbeyek mezin dixwe. Ev bandora xwe li ser aboriyê dike. Li gori daneyên Banka Navendî ji ber endeksên ewlehiyê ji karsazan heta kesên serfxwar di bin krîza aboriyê dene. Di sibatê de li hemberî razemeniya 511 milyon dolaran 779 milyon dolar sermaye derketiye. Di 3 salên dawî de 70 markayên navneteweyî Tirkiye terk kirin. Li gorî hesabekî yên Tirkiye terk kirin 13 hezar derbas kiriye. Wisa xuya dibe ku em dê salê bi 60 milyar dolar zêdebûna carî bigirin. Her çend îktîdar qala zêdebûna îxracatê bike jî nikare zêdebûna îthalatê ya ji îxracatê veşêre. Çavkaniyên derve êdî xetimîne. Niha êdî dengê zirxê qut dibe. Êdî her ku dolar û euro zêde dibe sektorên reelê dikevin krîzê.    Nas, anî ziman ku di demek dirêj in banka êdî krêdî nade Turk Telekom û Turkcellê jî û balafirgeha sêyemîn jî hêj balafir neketiye meriyetê deynê wê 2 salan taloq kirin. Nas da zanin ku ev nîşan dide ku krîza aborî de demborî ye û edî bûye pergalî. OHAL ewlehiya navxweyî xera kiriye. Îktîdar êdî nikare welat bê OHAL bi rêve bibe. Yên cuda qebûl nake û nas nake. Bi çavkaniyên tune wekî ku aborî mezin dibe nîşan dide.    Nas bal kişand ser pakêta teşwîkê û da zanîn ku hin şîrketên bê nefes mane dixwaze nefesa dawî bide wan û wiha bi dawî kir: "Çavkaniyên derve yên aboriyê zêde şikestine. Ji ber OHAL’ê bawerî zêde şikandiye hemû diçin derve. Ev yek êdî destûr nade ku Serokomar Tayyip Erdogan rojeva aboriyê diyar bike. Karsaz êdî baweriyê ji îktîdarê nînin. Kirîz berhemê polîtîkayên îktîdarê ye. Vê carê nabe wekî krîza 2001'an. Dê êdî çavkanî ji derve neyên.    MA / Yasin Kobulan