Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin 2023-06-11 13:24:18   ENQERE - Sendîkayê Bîrleşîk Kamu-Îş’ê got ku divê kêmtirîn mûçe herî kêm bibe 25 hezar lîre.    Sendîkaya Bîrleşik Kamu - Îş’ê têkildarî kêmtirîn mûçeyê sala 2023’yan daxuyanî da. Sekreterê Bîrleşîk Kamu-Îş’ê Ozgur Aras diyar kir ku divê kêmtirîn mûçeyê sala 2023’yan herî kêm bibe 25 hezar TL. Aras, got her ku krîza aborî girantir dibe, bi milyonan kedkar di bin enflasyonê de dieciqin û îktîdara AKP’ê jî tenê krîzê temaşe dike.