Bihabûn û krîza aboriyê sewalkarî jî qedand 2023-06-13 09:06:52 RIHA - Mûzafer Çetîn ku bi sewalkariye debara xwe dike, bi lêv kir ku ji ber bihabûn û krîza aboriyê, êdî sewalkar nikarin debara xwe bikin û got ku heke wisa bidome dê ew jî dest ji sewalkariyê berde.    Li bakurê Kurdistanê gelemperiyê welat bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dike. Riha ku yek ji bajarê bakurê Kurdistanê ye bi kedîkirina sewalkarî û çandiniyê xwedî dîrokeke kevnar e. Çandinî û sewalkariya ku bi hezaran salan li vî bajarî tê kirin hê jî didome. Lê ji ber krîza aborî, bihabûn, koçberî û gelek sedeman sewalkarî û çandinî weke her bajarên bakurê Kurdistanê li Rihayê jî her ku diçe kem dibe. Li taxa Toptepe ya navçeya Eyubiye ya navenda Rihayê li ser girên derdora taxê gelek şikeft hene û welatî di şikeftan de sewalkariyê dikin. Sewalkariya ku zêdetirî 300 salan berê di şikeftan de dest pê kiriye tevî ev qas salan jî berdewam dike.    Mûzafer Çetîn (52) ê li taxa Toptepe di şikeftan de sewalkariyê dike bi lêv kir ku ji ber bihabûnê nikarin debara xwe bikin û ji ber vê yekê jî sewalkarî her ku diçe kêm dibe.    'WISA BIDOME EZ Ê DEV JÊ BERDIM'   Çetîn, da zanîn ku ji aliye tenduristiyê ve jî di şikeftan de kedîkirina sewalan baştir e û got ku şikeft havînê sewalan ji germahiyê, zivistanê jî ji sermayê diparêz e. Çetîn diyar kir ku 30 sal in ew bi sewalkariyê debara xwe dike û ev tişt anîn ziman: "Di destpêke de me ji bo şîr sewalkarî dikir. Lê piştî ku êmê sewalan bihabû û şîr jî erzan bû me nekarî debara xwe bi firotina şîr bikin, ji ber vê yekê jî gelek kesan dev ji şîr firoşiyê berdan. Niha li vir nêzî 900 şikeft hene, berê ev şikeft hemû tejî bûn lê niha pir kêm kes sewalan xwedî dikin, edî tu kes vî karî nake. Mesrefa sewal û bihayê şîr hev dernedixist. Ji ber wê gelek kesan dev ji şîr firoşiyê berdan, mange ser jê kirin. Wisa bidome ez jî dê dev ji vî karî berdim."   NIKARIN DEBARA XWE BIKIN   Bi domdarî Çetîn bi lêv kir ku ji ber bihabûna êmê sewalan, sewalkar zehmetiyan dikişînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mesrefa sewalan pir e. Berê êm 3 hezar bû lê niha bûye 7 hezar. Sewal jî erzan bûnê, pir erzan tên firotin. Dewletê dermanek li sewalan xist niha hemû sewal nexweş bûne. Sewalek 3 salan tê kedîkirin. Ji ber ku di sewalkariyê de kes nikare debara xwe bike, tu kes edî vî karî nake. Êdî sewalkarî qediyaye."   JI SEWALKARÊN DEWLEMEND RE ALÎKARÎ HEYE   Çetîn, destnîşan kir ku dewletê ji sewalkarên dewlemend re alîkarî kiriye lê yên biçûk re nekiriye û axaftina xwe wiha qedand: "Divê dewlet piştgiriyê bide sewalkaran, alîkariya wan bike ku bikarê debara xwe bike. Wisa bidome ez jî dê dest ji vî karî berdim. Divê dewlet makîne bide ji bo yem alîkariyê bike. Lê dewlet alîkariyê nade sewalkarên biçûk. Alîkariyê dide sewalkarên dewlemend yên xwedî çewlik. Wan jî bi kredî û kooperatîfan pereyên xwe standin û reviyan."    MA / Mahmût Altintaş - Omer Akin