Karkerê ji îskeleya înşeatê ket jiyana xwe ji dest da 2023-07-14 15:24:58   MEREŞ - Karkerê înşeatê dema ku avahiyê 14 qatî yê di erdheja Mereşê de xesar dîtiye siwax dikir, ji îskeleya qata 8'an ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.    Avahiyên Zekeriyakoy ên li ser Cadeya Mûstafa Bey a taxa Yamaçtepeya navçeya navendî ya Onîkîşûbata Mereşê ji ber erdheja Mereşê xesar dîtin. Karkerê bi navê Alî Karadogû (62) dema ku dema li ser îskeleya înşeatê siwax dikir, ket xwarê û di encama ketinê de jiyana xwe ji dest da.    Piştî lêkolîna li cihê bûyere, cenazeyê Karadogu ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Tenduristiyê ya Îmam Sutçu ya Mereşê.