Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin 2023-07-23 11:13:23 STENBOL - Aborînas Nesrîn Nas, diyar kir ku asta aboriyê ya ku hatiyê “fragman” e û anî ziman ku dê bacên hêj zêdetir bên dîtin. Îzzettîn Onder jî destnîşan kir ku aboriya girêdayî şer mehkûmî xerabûnê ye.    Xirabûna aboriyê ya ji ber polîtîkayên AKP'ê, piştî hilbijartinên 14 'ê Gulanê her ku diçe kûrtir dibe. Polîtîkayên radîkal ên Mehmet Şîmşek ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kir Wezîrê Xezîne û Maliyeyê, bû zêdekirina KDV û OTV’ê û di serî de sotemenî li gelek tiştan zem kir. Ji bilî bilindbûna kûra dowîzê û enflasyonê ji nan, av û xurek ên ku pêdiviyên bingehînin her roj zemên nû tên kirin. Erdogan ê vê xerabûna aboriyê nikare bisekinîne vê carê derket tûre pereyan.    Aborînas Nesrîn Nas a polîtîkayên desthilatê û krîza aboriya her ku diçe kûr dibe nirxand, diyar kir ku zemên heta niha hatine kirin fragman in û anî ziman ku wê bacan zêdetir bikin. Aborînas Îzzettîn Onder jî destnîşan kir ku aboriya girêdayî polîtîkayên şer mehkûmî xerabûnê ye.    Nas a diyar kir ku Tirkiye xwedî kêmasiyek mezin a budçeyê ye, anî ziman ku hikûmetê ji bo vê kêmasiyê ji holê rake bi baceyên zêde fatore ji gel re birî ye û wiha got: “Wan ev bacên zêde bi giranî bi zemên KDV û OTV kirin. Bacên neyekser ku bi KDV’ê tên, bacên pir neheq in. Ji ber ku mirovekî dewlemend û mirovekî xizan heman bacê didin. Ev bac rewşeke ku belavkirina hatineyê xera dike, baceke ku enflasyonê zêde dike.”   MUDAXILEYA BANKEYA NAVENDÎ     Nas, bi lêv kir ku zêdebûna enflasyona bilind xetere ye û li ser “polîtîkayên rasyonel” ên Mehmet Şîmşek îşaret dikir sekinî. Nas, destnîşan kir ku tu eleqeya budçeyê bi “polîtîkayên rasyonel” nînin û bi lêv kir ku ji ber Hafîze Gaye Erkan a weke seroka Banka Navendî (MB) hat wezîfedarkirin, ne serbixwe ye.    Nas, bal kişand ku yekane pirsgirêkeke bingehîn Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) ye û anî ziman ku vê saziyê baweriya xwe winda kiriye. Nas, destnîşan kir ku heta TUÎK baweriyê bi xwe nede anîn enflasyon nayê rast kirin.     ‘PÊŞENGTIYA DESTHILATÊ QEZENCKIRINA HILBIJARTINÊ YE’    Nas, anî ziman ku pêşengtiya desthilatê ya ewil qezenckirina hilbijartinê ye û aboriyê weke amûrekê bi kar tîne. Nas di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Desthilat di aboriyê de dest deyne ser çavkaniyên cemaweriyê û belavî alîgir û hilbijêrên xwe dike. Ev polîtîkaya bingehîn a AKP’ê ye. Heta meha Adara pêşiya me ne bi enflasyonê re dikare têbikoşin ne jî polîtîkayên rasyonel dikarin bên sepandin. Em ji Adarê û şunde ji van bacên dibînin zêdetir bacan bibînin. Tiştên ku me heta niha di aboriyê de jiya fragman e.”   ‘ABORÎ KETIYE REWŞEKE KU NIKARE BÊ XELASKIRIN’    Aborînas Îzzettîn Onder jî qala serdana Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan a li welatên ereban kir. Onder, diyar kir ku ev serdan ji aliyê aboriyê ve xwestina piştgiriyê ya ji ereban e. Onder, anî ziman ku alîkariya tê kirin bêgerew nîne, Erdogan Tirkiye firotiye dewletên ereban û wiha got: “Saziyên cemaweriyê yên bi bacên gel hatine ava kirin niha hemû bi îpotek in. Dibe ku ereb piştî 30 salan li Tirkiyeyê bi cih bibin. Onder, bal kişand ku zirara bazirganiya derve ya Tirkiyeyê gelek mezin e û wiha axivî: “Bi zêdebûna kêmasiya budçeyê û faîzan re çîna navîn heliye û tev li çîna karkeran bû. Welatî her ku çû xizantir bûn. Êdî aborî hatiye rewşa ku nikare bê xelaskirin. Ji ber ku çavkanî xelas in.”   ABORIYA GIRÊDAYÎ ŞER    Onder, da zanîn ku Tirkiye her tim di nav rewşeke şer de ye û diyar kir ku çavkanî hemû ji şer re diçin. Onder, bal kişand ser bandora polîtîkayên “ewlekariyê” yên li ser pirsgirêka kurd a li ser aboriyê û wiha berdewam kir: “Welatên weke Îspanya û Ingilîstanê pirsgirêkeke bi vî rengî hebû. Rûniştin, axivîn û bi rêya muzakereyan ev yek çareser kirin. Divê Tirkiye karibe rûne û vê pirsgirêkê bi rêya muzakereyan çareser bike. Aboriyeke li ser bingeha şer her tim mehkûmî xerabûnê ye.”    Onder, destnîşna kir ku ber bi çûna hilbijartinên herêmî ve aborî her ku diçe dê xerabtir be û wiha lê zêde kir: “Di aboriyê de fren teqiya. Divê gel di hilbijartinên herêmî de peyamên gelek cidî bidin. Niha armanca AKP’ê ya di aboriyê de dirêjkirina temenê xwe ye. Di vê rewşê de AKP dê tenê guherînên binyadî bike. Dê modeleke aboriyê ya teknolojîk û hilberînê esas negire. AKP bi serkêşiya Amerîkayê wê Tirkiyeyê veguherîne welatekî duyemîn ê sînor. Di vê rewşê de wê çîna karker û kedkaran biçewisînin. Niha pêwîste welatî pir bi baldarî bifikirin.”   MA / Ferdî Bayram