Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne 2023-08-08 10:44:41   WAN - Qesabên li Wanê ku weke navenda goşt tê zanîn piştî zemên li ser hev têne kirin, li ber îflasê ne.    Rewşa aborî ya ku her diçe xerab dibe jiyana rojane jî her ku diçe xerabtir dike. Li gorî daneyên Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Wanê hejmara sewalên biçûk ên li Wanê 3 milyon û 384 hezar 220 bûn. Tevî di hejmara sewalên biçûk de, Wan di tevahiya Tirkiyeyê de di rêza yekemîn de be jî goştê berxan bi 230 lîreyan, goştê pez bi 200 lîreyan, goştê dewaran jî bi 320 lîreyan tê firotin. Ji ber bihayê zêde yê goşt, qesab hatine ber asta îflasê.    ESNAFAN DIKAN GIRTIN   Qesabê bi navê Nacî Bahadir desnîşan kir ku bihayê goşt zêde ye û gel nikare ji xwe re goşt bikire. Bahadir, diyar kir ku zemên li sotemeniyê hatine kirin di serî de piyaseya goşt, bandor li her qadê kiriye û wiha domand: "Bajêrê me weke navenda goşt tê zanîn lê dîsa jî goşt ji derve dikire. Berê xelkê gelek goşt distend lê îro kîloyek an jî nîv kîloyê distînin. Qesab, bi saya loqenteyan, ew jî bi saya îraniyan li ser piyan disekinin. Dema ew jî çûn karê me tê ber sekinînê. Berê bihayê dewarekê 30 hezar bû niha bûye 100 hezar lîre. Em nikarin ji ber vê yekê heywanan peyda bikin. Di demên dawî de gelek hevalên me dest ji kar berdan. Em bang dikin ku rayedar sewalkariyê neqedînin. Qet nebe bila zem bên sekinandina da ku gel bêhnekê bistîne."   ‘EM Ê ROJÊN XERABTIR BIBÎNIN’   Harûn Atsiz jî diyar kir ku bihayê goşt her ku diçe zêdetir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kes nikare tiştekê bistîne. Her wiha hinek nikarin ji mala xwe re nan bibin. Em nikarin bertek nîşanî rewşê bidin ji ber tu muxatabê me nîn e. Bihayê goştê herî xerab ji 250 lîreyan dest pê dike. Bihayê goştê dewaran ji 300 lîreyan danakeve. Ger ciheke weke Wanê bihayê goşt 300 lîre be, berpirsên vê ew kesên li ser serê me ne. Mexdûriyeteke mezin heye û pêşî lê nayê girtin. Em tu pêşerojekê nabînin, em ê rojên xerabtir bibînin.”   ‘BIHA DÊ ZEDETIR BIN’   Esnaf Mûzaffer Sarban jî bal kişand ser bihayê goşt ê ku her diçe zêde dibe û anî ziman ku di nava mehekê de du caran zem li goşt hate kirin. Serban, axaftina xwe wiha qedand: "Dema ku em zeman dipirsin, weke sedem zemên sotemeniyê nîşanî me didin. Li Wanê niha dema pez e lê bihayê goşt pir kêm daketiye. Kesê sala par singeke goşt distend, niha nikare 3 kîloyên goşt bistîne. Bihayê goştê mirîşkan jî zêde bûye, kîloya çengan derketiye 110 lîreyan. Her tiştek biha bûye. Hêviya me erzanbûna bihayên tiştan e lê belê bi vê rewşê wê zêdetir bin. Sedema van zeman ên li ser serê me ne.”