TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê 2023-08-10 10:45:22   STENBOL - TUÎK’ê daneyên îstatîstîkê yên hêza kar a meha hezîranê parve kir. Hat gotin ku rêjeya bêkariyê derketiye ji sedî 9.6’an.    Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên îstatîstîka hêza kar a meha hezîranê parve kir. Li gorî daneyan; rêjeya bêkariyê ku di meha gulanê de weke ji sedî 9.5 hatibû eşkekirin, di meha hezîranê de derket ji sedî 9.6’an. Li gorî meha gulanê, 2 hezar kes li hejmara bêkarên bi ser 15 saliyê re zêde bûne û hejmara bêkaran bûye 3 milyon û 337 hezar kes.    Bêkariya di nava zilaman de weke ji sedî 7.8 û ya di nava jinan de jî ji sedî 13.2 hate ragihandin.