Ji bo motorînê zem hate kirin 2023-08-11 08:29:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bihayê motorînê lîreyek û 80 qirûş zem hate kirin.    Roj bi roj li bihayê sotemeniyê zem tê kirin. Ji bo bihayê lîtreyê yê motorînê ji 11’ê tebaxê roja înê ve lîreyek û 80 qirûş zem hate kirin. Bi zema nû re bihayê lîtreya motorînê bi ser 38 lîreyan ket. Bi vê yekê re ji meha gulanê heta niha zema ji bo motorînê hatiye kirin ji sedî 110 derbas kir.    Li gorî bihayên rojane, li Stenbolê lîtreya motorînê bi 38.31 lîreyan tê firotin.