Zema ji bo veguhestina komelî ya Stenbolê hatiye kirin kete meriyetê 2023-08-11 13:24:56 STENBOL - Li Stenbolê ji bo veguhestina komelî ji sedî 51.52 zem hatibû kirin û ev zem kete meriyetê.    Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) û Navenda Koordînasyona Veguhestinê (UKOME) civiyan û biryar dan ku ji bo bihayê veguhestinên komelî ji sedî 51.52 zem were kirin. Zema hatiye kirin, kete meriyetê. Ji îro ve bihayê bilêta tam ji 9.90 TL'an derket 15 TL'an, bilêta xwendekaran ji 4.83 TL'an derket 7.31 TL'an. Her wiha abonmana mehane ji 777 TL'an derket hezar û 177 TL'an, abonmana xwendekaran a mehane jî ji 140 TL'an derket 212 TL'an. Bihayê rêya herî dûr jî ji 14.69 TL'an derket 22.25 TL'an. Li Marmarayê jî bihayê navbera herî dirêj bû 33.19 TL.    Ji bo bihayê texsiyan jî zem hate kirin. Bi vê yekê re bihayê ji bo serê kîlometreyê û bihayê destpêkirinê ji sedî 51.52 zem hate kirin. Bihayê herî kêm ê texsiyan ji sedî 75 zêde bû û weke 70 TL hate diyarkirin.