Beko: Divê em ewil di 1'ê Gulanê de û piştre di hilbijartinê de bên gel hev 2018-04-22 09:03:55   ENQERE - Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, hemû derdoran vexwand qadên 1'ê Gulanê û got: "Divê hemû derdorên ehlê aştî, wekhevî, azadî, biratî, edalet, maf û azadiyên sendîkalî ne pêşî di 1'ê Gulanê de û paşê jî di hilbijartinan de bên gel hev."    Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kanî Beko, 1'ê Gulanê Cejna Karkeran nirxand. Beko, bi bîr xist ku bi hinceta têkoşîna li hemberî darbe û Cemaeta Gulenê Rewşa Awarte hatiye îlankirin û di hedefa Rewşa Awarte de karker û kedkar hene. Beko got: "Dema Rewşa Awarte hat îlankirin wekî hincet darbe û FETO hat nîşandan. Lê belê FETO bû amûr. Hedef sazî û dezgehên ku li vê xakê ji bo aştî, azadî, demokrasî, biratî û maf û azadiyên sendîkal têdikoşin bi xwe ne. Çawa Rewşa hat îlankirin karê wan ê ewil qedexekirina grevan bû. 6 grevên ku mafên qanûna bingehîn ên karkeran bûn qedexekirin."    Beko, diyar kir ku bi KHK'yên di çarçoveya Rewşa Awarte de hatin derxistin bêedaletî û neheqî zêdetir bûne û lêgerîna ji bo mafan jî tê astengkirin. Beko diyar kir ku karkerên taşeronî bi salan e li benda kadroyê ne û got: "AKP kadroya di dest taşerona de jî stend. Em dibêjin tiştên ku we ji karkeran stendine bidin. Lê belê ew bi biryarnameyên ku derdixin newekhevî û bêedaletiyê diafirînin. Em li hemberî vana hemûyan, li dijî betalî, bêedaletiyê û ji bo parastiba karê xwe, keda xwe, maf û azadiyên sendîkalî û li dijî Rewşa Awarte li qadan bên gel hev."    'DEMOKRASÎ PÊŞEROJA NANÊ KARKER Û WELAT E'    Beko, destnîşan kir ku wan biryar daye ku pêvajoya 1'ê Gulanê tevî hêzên ked û demokrasiyê bi hev re bi rê ve bin û wan di vî warî de biryar girtiye. Beko got: "Desteya Serokatiyan a Berfireh a DÎSK'ê dema ji bo 1'ê Gulana 2018'an biryar girt got 'Demokrasî pêşeroja nanê karker û welat e.' Bi vê re biryara rêxistinbûyîna 'seferberiya demokrasiyê ya kedê' hat girtin. Di danezana encamê ya Desteya Serokatiyên Berfireh de hat destnîşankirin ku divê 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê li çar aliyê welat bi awayekî girseyî bê rêxistinkirin. Û her wiha beriya hilbijartinê dê muxalefeta civakiyî, hêzên demokrasiyê li qadên 1'ê Gulanê bên gel hev. Divê em zanibin ku bi hatina hilbijartina zordest re dê ev kevir pir tund be û dê ev ker sibê me hemûyan di nav xwînê de bihêle. Divê hemû derdorên ehlê aştî, wekhevî, azadî, biratî, edalet, maf û azadiyên sendîkalî ne pêşî di 1'ê Gulanê de û paşê jî di hilbijartinan de bên gel hev."    Beko, bang li hemû karker û kedkarên Tirkiyeyê û derdorên ehlê azadiyê kir û got: "Bang li hemû hêzên demokratîk dikim ku bi ruhê Yekîtî-Têkoşîn û Piştevaniyê li qadên 1'ê Gulanê bên gel hev û mil bidin milê hevdu."    MA / Selman Guzelyuz