Li Rihayê li nan zem hate kirin 2023-08-17 10:48:09 RIHA - Li Rihayê 170 gram nan, 150 gram nanê loş û 200 gram nanê somûn ku bi 5 lîre dihate firotin, bû 6 lîre.    Li Rihayê 170 gram nan, 150 gram nanê loş û 200 gram nanê somûn ku bi 5 lîre dihate firotin, bû 6 lîre. Tê payîn ku zem dê ji 18’ê tebaxê roja înê re derbasdar be. Li Rihayê herî dawî di 8’ê hezîranê de zem hatibû kirin. Di meha hezîranê de lîreyek zem hatibû û nan ji 4 lîreyî bûbû 5 lîre.