Rojnamegerên ji Sputnik’ê hatin derxistin dest bi grevê kirin 2023-08-17 13:59:14   STENBOL - Xebatkarên Sputnikê li dijî şert û mercên nebaş ên xebatê îro dest bi grevê kirin. Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş got ku xebatkar di daxwazên xwe de mafdar in û bang li Sputnikê kir ku dev ji çalakiyên xwe yên derhiqûqî berde.    Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) û Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Rossiya Segodnya (Sputnik) di hevdîtinên peymana kar a komî de lihev nekirin. Li ser vê yekê xebatkarên Sputnikê îro bi pêşengtiya TGS’ê dest bê grevê kir. Karkerên Sputnikê li pêşiya Suzer Plaza ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Li Sputnikê grev heye” hate vekirin. Rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (Turk-Îş) û gelek rojnameger jî tev li bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên weke “Kesên ji kar hatine derxistin dîsa bigirin kar”, “Em bi hev re bihêz in” û “Em mafê xwe dixwazin” hatin hilgirtin. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Heke grev be vaye grev em li vê derê ne”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Em karê xwe dixwazin” berz kirin.    Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş daxuyanî xwend got ku ji ber sepanên derhiqûqî yên karmend û zextên wî yên neçareseriyê dest bi grevê kirine. Durmuş, da zanîn ku xebatkarên Sputnikê bi meha ye ji bo mafên xwe têdikoşin û 24 endamên wan ji kar hatine avêtin. Durmuş, wiha domand: “Di krîza heyî de mûçeyê rojnamegeran bi têrî wan nake ku xwe bigihînin nîva mehê jî. Tevî vê yekê jî karmendê Sputnikê tu teklîf nedan. Em jî li dijî vê feraseta me tune dihesibîne dikevin grevê. Tekane armanca karkeran ew e ku heqê keda xwe bigirin. Lê nûnerên karmend qanûn û makeqanûna me binpê kir. Herî dawî 24 endamên me ji kar avêtin. Em îro pankarta xwe ya grevê li vir didaliqînin. Dê 24 endamên me dîsa bigirin kar, daxwazên me bên qebûlkirin û peymana kar a komî bê îmzekirin. Wê demê dê ev pankarta grevê bê xwarê.”    Halî Bakî Erdal jî li ser navê Turk-Îşê axivî û got ku ew piştgiriyê didin çalakiya karkeran.    Piştî axaftinan, pankart hate hilayîstin û grev bi awayekî fiîlî dest pê kir.