Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne 2023-08-20 19:22:07 DÎLOK - Li Dîlokê karkerên fabrîkayên Artemîs û Erkaplan ên xaliyan ku giredayî sendîkaya BÎRTEK - SEN'ê ji bo mafên xwe yên sendîkayî û debarê greva xwe didomînin.      Li Dîlokê karkerên xaliyan ên Tekstîla Artemîsê di 14'ê tebaxê de ji bo mûçeyeke ku debara xwe bikin dest bi grevê kirin. Piştî karkerên Artemîsê karkerên xaliyan ên tekstîla Erkaplanê jî ji bo mafê xwe yên sendîka û mûçeyeke ku bikarin debara xwe bikin di 18'ê tebaxê de dest bi grevê kirin. Greva karkeran berdewam dike. Sendîkaya BİRTEK-SEN'ê têkîldarî greva karkeran li Qada Demokrasiyê bi karkeran re daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de Parlamentera Partiya Kedê (EMEP)'a Dîlokê Sevda Karaca û nûnerên saziyên sivîl ên Dîlokê jî  amade bûn. Di daxuyaniyê de pankart û dovîz hatin hilgirtin.      Di destpêke de karkerê tekstîla Artemîsê Ferhat Taşdemîr û yê Erkaplanê Tevfîk Guçlû axivîn û bi lêv kirin ku heta dawiyê ev dê li ber xwe bidin û gotin ku divê ev pergal bê guherandin û guherandina pergalê jî bi yekitiya karkeran ve bi pêkan e.    'KARKER LI DIJÎ PERGALÊ RADIBIN'   Piştrê jî Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN'ê Mehmet Turkmen axivî û anî ziman ku karkêr edî li dijî pergala xîzaniyê radibin û ev tişt gotin: "Karker edî bi mûçeyên heyî nikarinê debara xwe bikin û li dijî vê yekê radibin. Qey tu dibêjê karkêrên Dîlokê ji bo patronan hatine dinyayê lê edî karkêr vê rewşe qebûl nakin û em jî qebûl nakin. Mafê karkêrên ên sendîkayan tê binpêkirin û heke karkêr li dijî vê yekê dixwazin çalakiyan bikin jî tên astengkirin. Patron êdî li ser qanûnan in."   'KARKÊR NE BI TENÊ NE'   Herî dawî jî Parlamentera EMEP'ê ya Dîlokê Sevda Karaca axivî û destnîşan kir ku karkêr ne bi tenê ne û wiha got: "Bersiva em dê çawa vê pergala xizaniyê hilweşînin di vê qadê de ye. Karkêr dê li dijî vê pergalê têkoşîna xwe bidomînin û em ê jî ji bo jiyaneke azad û wekhev li vî welatî pêk were li cem karkeran bin.  Em ê bi yekitiyê vê bi ser bikevin."