Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin 2023-08-22 09:02:44 DÎLOK - Karkerên tekstîla Artemîs û febrîkaya Erkaplanê ku ji bo mûçeyeke ku karibin pê debara xwe bikin û mafên xwe yên sendîkayî di greve de ne gotin ku kardêr keda karkeran dixwin û divê karker ji bo mafên xwe li dijî vê yekê rabin.    Li Dîlokê karker ji ber krîza aborî û bihabûnê êdî hatine wê astê ku nikarin debara xwe bikin. Karkerên ku bi mûçeyeke asgarî dixebitin ji ber ku nikarin debara xwe bikin dest bi grevê kirin. Karkerên xaliyan ên giredayî sendîkaya BÎRTEK-SEN'ê jî ji bo mafên xwe yên sendîkayî û mûçeyeke ku karibin pê debara xwe bikin di grevê de ne.    Karkerên xaliyan ên Tekstîla Artemîsê di 14'ê tebaxê de ji bo mûçeyeke ku karibin pê debara xwe bikin dest bi grevê kirin. Piştî karkerên Artemîsê karkerên xaliyan ên febrîkaya Erkaplanê jî ji bo mafê xwe yên sendîkayî û mûçeyeke ku karibin pê debara xwe bikin di 18'ê tebaxê de dest bi grevê kirin. Karkerên ku em bi wan re axivîn destnîşan kirin ku heta mafê xwe bi dest bixin dê dest ji çalakiya xwe bernadin û wê heta dawiyê li ber xwe bidin.    Ji karkerên di grevê de yên li kargeha Xalîçeya Erkaplanê Tevfîk Guçlu (41) diyar kir ku ew karker nikarin mafên xwe bi dest bixin û wiha got: "Ev bi salan e pirsgirêka me ya ku em li febrîqeyê mafê xwe bi dest nexin heye. Ne tenê li febrîqeya me, li hemû kargehên Dîlokê pirsgirêka karkeran heye. Me jî ji bo em mafê xwe bi dest bixin yekitiya xwe çêkir û bi sendîkayê ve mafê xwe xwest. Lê patron ji me re dibêjin heta hûn ji sendîkaya xwe îstîfa nekin em we nagrin kar. Patron mafên me yên ku di destûra bingehîn de hatiye mîsogerkirin jî binpê dikin."   'PATRON ÊDÎ BI SER QANÛNAN RE NE'   Guçlu destnîşan kir ku heta ew mafên xwe bi dest dixin wê çalakiya xwe bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Daxwaza me ev e ku em karibin bi mûçeyeke ku pê debara xwe bikin bixebitin û bi sendîkaya xwe ve bikevin kar. Ez weke karkerekî xaliyan 10 hezar TL mûçe digrim lê bi vê mûçeye dev ji debarê berde, ez nikarim pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn bikim. Sendîka mafê me ye. Di qanûnan de jî hatiye mîsogerkirin lê çima patron li dijî sendîkayê ne fehm nakim. Patron li dijî mafê me yê qanûnî jî derten, êdî patron di ser qanûnan re ne."   'JI BER SENDÎKAYÊ EM NEGIRTIN KAR'   Ji karkerên di grevê de Suleyman Yuksek ku di heman febrîkayê de dixebite anî ziman ku ji ber ku ew sendîkayî ne ew negirtinê kar û ev tişt gotin: "Me daxwaza xwe ya zemê anî ziman lê daxwaza me qebûl nekirin. Li dijî vê yekê me jî dest bi grevê kir. Piştî ku me dest ji kar berda patron bi me re civînek li dar xist û daxwaza me ya zemê qebûl kir, lê bi şertekî. Got 'hûn ê ji sendîkaya xwe îstîfa bikin.' Me jî qebûl nekir, ji ber wê jî em negirtin kar."   'EM KARKER IN NE KOLÊ NE'   Yuksek di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku divê li dijî neheqiya patronan hemû karker bibin yek û wiha pê dê çû: "Ji ber ku sendîka ji bo mafê karkeran têdikoşê patron ji sendîkayan ditirsin. Em jî dixwazin bi sendîkayî bixebitin. Em hemû debara malên xwe dikin, bi vê mûçeye em nikarin tiştekî bikirin. Divê hemû karker ji bo mafên xwe rabin. Ji ber wê jî ez bang li hemû karkeran dikim ku bibin endamê sendîkayê û mafê xwe bixwazin. Em karker in, ne kolê ne."   'PATRON KEDA KARKERAN DIXWIN'   Ferhat Taşdemîr (42) ku li tekstîla Artemîsê dixebite û ji 14'ê tebaxê ve di grevê de ye da zanîn ku ji ber ku nekariye ji mala xwe re zebeşekî bikire dest bi grevê kiriye û ev tişt anîn ziman: "Ji ber ku em nikarin debara xwe bikin me daxwaza xwe ya zemê ji patronan re got. Lê me weke muxatab tu kes li hemberî xwe nedît. Li ser vê me jî dest bi grevê kir. Em weke karkerên xaliyan ên Dîlokê, sedî 35 pêdiviya xaliyan a dinyayê dabîn dikin, lê beramberî vê em nikarin debara xwe bikin. Ên xizan, em karker in. Dema em qala mafê xwe dikin bi çavekî xayîntiyê li me dinêrin. Patron keda karkeran dixwin. Dewlemend jî heqê xizanan dixwin. Li ser pişta me dewlemnd dibin, lê em nikarin debara xwe jî bikin. Heta em mafê xwe bi dest bixin, em ê dev ji çalakiya xwe bernadin."   MA / Mahmût Altintaş