Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e 2023-08-23 13:18:47   DÎLOK - Meclisa ÎSÎG’ê ragihand ku di 10 salên dawî de li Dîlokê herî kêm 427 karker ji ber cinayetên kar mirin e.    Meclisa Ewlehiya Tenduristiya Karkeran û Kar (ÎSÎG) têkildarî cînayetên kar ên di 10 salên dawî de li Dîlokê qewimîne eşkere kir. Rapor bi navê “Cînayetên kar ên li Dîlokê hat weşandin. Di raporêde hat destnîşankirin ku karker bi her cure zext û mobbîngan re rû bi rû mane.    427 KARKER MIRIN E    Li gorî raporê di sala 2013’an de li Dîlokê 29 karker, di 2014’an de 29 karker, di 2015’an de 33 karker, di 2016’an de 34 karker, di 2017’an de 34 karker, di 2018’an de 50 karker, di 2019’an de 49 karker, di 2020’an de 58 karker, di sala 2021’an de 55 karker, di sala 2022’yan 41 karker û di 7 mehên ewil ên sala 2023’yan de 15 karker jiyana xwe ji dest dane. Ji van karkeran 20 karker jin bûne. Di raporê de hat gotin ku herî zêde karker di karên înşeatê û rê de jiyana xwe dest dane.