Li Amedê rapirsiya aboriyê: Sedema krîzê polîtîkayên şaş in 2023-08-24 13:12:43   AMED - Navenda Lêkolînên Qade ya Sosyo Polîtîk li Amedê li rewşa bazarên taxan pirsî û hat diyarkirin ku di salek dawî de ji sedî 78,3 firotin kêm bûye.   Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk li navçeyên Peyas, Bajarê Nû û Rezanê lêkolîna qadê ya bi navê “Bandora krîza aborî ya li Tirkiyeyê û bihabûna tiştan a li ser bazarên semtan” pêk anî û li nêrîna bazarvanan guhdar kir. Navendê diyar kir ku di du hefteyên dawî de bi 180 bazarvanan re rû bi rû hevdîtin pêk hatiye û li ser sedema bihabûna tiştên li bazarê hatiye rawestandin.    Li gorî beşdarên lêkolînê; ji sedî 58,3 her roj, ji sedî 31,1 hefteyê carek, ji sedî 5 ji hefteyê carek, ji sedî 5,6 mehê carek hilberînin dikirin û difiroşin tê zemmkirin. Bazarvanan bersivên cuda dan pirsa, “Gelo çima hilberînin hûn dikerin tên zemkirin” û ji sedî 42,4’ê beşdaran got “Ji ber bihabûna mazot û benzînê ye”, ji sedî 27,8’ê beşdaran got, “encama polîtÎkayên xelet e”, ji sedî 9,3’yê beşdaran got, “Bihabûna dovîzê û zêran”, ji sedî 5,3’yê beşdaran got, “Hişkesalî” û ji sedî 4’ê beşdaran jî got, “keysbazî ye.”    Ji bazarvanan bandora bihabûnê ya li ser firotina wan hat kirin û ji sedî 78,3’yê beşdarên rapirsiyê gotin, “gelek kêm bûye.”    Ji sedî 81.7’ê beşdarên rapirsiyê destnîşan kirin ku di salek dawî de êdî bûye ku xelk nikare tiştekî bikire.