FEDAŞ'ê karker hedef nîşan da 2023-08-25 12:34:10   DÊRSIM - FEDAŞ'ê di peyama ji bo aboneyên xwe şandî de karker hedef nîşan da û karker bi astengiya li pêşiya mudaxileya ceyranê sûcdar kir.    Çalakiya karkerên endamên Enerjî-Sen a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a li dijî mûçeya kêm û xebitandina bêtemînat a Belavkariya Ceyranê ya Firatê ya Dêrsimê (FEDAŞ) ji 9’ê tebaxê heta niha berdewam dike. FEDAŞ li cihê ku daxwazên karkeran bibersivîne, berê gel û karkeran dide hev.    Karkerên di çalakiyê de dixwazin mudaxileyê ceyranên welatiyên ên xera bûne bikin lê belê ji ber ku FEDAŞ’ê mifteyên wesayîtên şîrketê ji wan standine, nikarin bi awayekî lezgîn mudaxile bikin.     KARKER WEKE BERPIRSYAR NÎŞAN DA   Şîrketa ceyranê ji bo ku berê gel û karkeran bide hev, ji aboneyên xwe re peyam şand. Di peyama FEDAŞ’ê ya ji bo aboneyan şandî de ev tişt hatine gotin: “Aboneyên me yên biqîmet, çalakiya karkerên ku Xizmetên Ceyranê ya Aksa ya Firatê hem di karê me de pirsgirêkan derdixîne hem jî bi awayeke dijhiqûqî pêşî li tîmên me yên ku diçin pirsgirêkên ceyranê çareser dikin digirin. Ev jî dibe sedem ku gelê me yê Dêrsimê bêceyran bimîne. Êdî ev çalakî hatine radeya hem zirarê dide me, hem jî zirarê dide hevalkarên me.”   Peyama FEDAŞ’ê ya din a ji aboneyan şandiye jî wiha ye: "Herî dawî di 23’yê tebaxa 2023’yan de ji ber qutbûna ceyranê tevî rêvebereke me yê bajêr û tîmên me rastî êrişa dijhiqûqî ya karkerên çalakiyê li dar dixin hatin û bûn sedem ku gelê me xwe negihîne ceyrana domdar tê dayîn. Yekem armanca me ew e ku em mafê xwegihandina ceyrana domdar û baş a welatiyên xwe biparêzin.”