Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin 2023-09-01 13:28:29   COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji bo veguhestina nava bajar zem hate kirin.    Piştî zema bo sotemeniyê hatiye kirin, Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya qeyûm de ji bo heqê rê zem kir. Bi vê yekê re bilêta xwendekaran ji 2 lîreyan derket 4 lîreyan û bilêta tam jî ji 3.5 lîreyan derket 6 lîreyan.    Terîfeya nû ji îro ve kete meriyetê.