Di meha tebaxê de 201 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar 2023-09-10 14:41:01 STENBOL - Li gorî rapora ÎSÎG’ê, di meha tebaxê de herî kêm 201 karkeran ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dan.    Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlekariya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya cînayetên kar a meha tebaxê eşkere kir. Li gorî raporê; di meha tebaxê de 201 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de hat destnîşankirin ku cînayetên kar herî zêde li Stenbolê çêbûne û 30 karkeran jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG’ê di rapora xwe de bal kişand ser sedemên mirinê û got ku ji sedî 26’ê mirinan ji ber qezayên trafîkê, herî kêm jî bi rêjeya ji sedî 12’ê re ketina ceyranê bûye sedema mirinê. Her wiha ji karkerên bûne qurbaniyên cînayetên kar 53 jê karkerên înşaetê ne. Hat destnîşankirin ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dayîn 10 jê zarok, 11 jê penaber in.