Zemeke nû li mazotê hate kirin 2023-09-13 09:57:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bihayê mazotê 2.06 lîre zem hate kirin.    Bihayê sotemeniyê her ku diçe bihatir dibe. Ji bo bihayê mazotê îro 2.06 lîre zem hate kirin. Zem îro kete meriyetê.    Piştî zeman li milê Stenbola yê Ewropayê bihayê lîtreyeke mazotê bû 39.98 lîre, li Enqereyê bû 40.52 lîre, li Îzmîrê bû 40.71 lîre, li Edeneyê bû 40.96 lîre, li Bûrsayê bû 40.60 lîre û li Amed û Antalyayê jî bû 41.23 lîre.    Bi zemên dawiyê hatine kirin re bihayê mazotê di sala 2023’yan de ji sedî 81 bihatir bû.