Karkerê li Akkuyuyê jehrî bû: Derzî danîn û piştre şandin 2023-09-17 09:39:52   MÊRSÎN - Ji karkerên li Santrala Nukeleerê ya Akkuyuyê jehrî bûyî O.O. diyar kir ku piştî derziyê bo hatiye danîn paşve hatiye şandin û wiha got: “Herî kêm 6 hezar karker jehrî bûne.”    Bi sedan karkerên li Santrala Akkuyuyê ya li navçeya Gulnar a Mêrsînê dixebitin ji ber xwarina di rojên 13-14’ê îlonê de hatine dayîn jehrî bûn. Ji karkerên jehrî bûn 250 jê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîfkeyê.    ŞÎRKET: 925 KES JEHRÎ BÛN    Servîsa Ragihandinê ya Şîrketa Anonîm a Nukleerê ya Akkuyuyê têkildarî bûyera jehrîbûnê daxuyaniyek da û wiha got: “Heta niha li 925 karkeran mudaxileya tibbî hatiye kirin û 126 jê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîfkeyê hatin kirin. Di 14’ê îlona 2023’yan roja pêncşemê de, ji ber nîşaneyên jehrîbûna xurekê ya xebatkarên fîrmayê, serî li navenda tenduristiyê ya akkuyu NGS’ê dan. Xizmetên tenduristiyê ya Akkuyu NGS’ê mudaxileya ewilî ya tibbî li 925 karkeran kir. 126 karker jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîfkeyê kir û hat tespîtkirin ku rewşa tu karkeran giran nîne. Pisporên ewlehiya kar a Şîrketa Anonîm a Nukleerê ya Akkuyuyê û xebatkarên tenduristiyê, li noqteyên belavkirina xurekê û nimûneyên xurekê kontrol kirin. Guncav hate dîtin ku xebatkarên tenrdustiyê yên li qada înşaetê ya Akkuyu NGS’ê mesaiyeke zêde bikin. Şîrketa Anonîm a Nukleerê ya Akkuyuyê ji hemû saziyên mutahid ên jêr jî xwest ku di mijara van rêgezan de baldar bin.”    KARKERÊ JEHRÎ BÛBÛ: 6 HEZAR KES JÊ BANDOR BÛN   Yek ji karkerên bi jehrê ketibû jî O.O. ye. O, têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û wiha got: “Herî kêm 6 hezar karker jehrî bûn. Karker, piştî xwarinên nîvro û şîvê yên 13’ê îlonê nebaş bûn. Serî li revîrê dan. Nexweşiya karkeran ji 13’ê îlonê ve dest pê kir. Ez jî di 14’ê îlonê de bi giliyê jehrîbûnê çûm revîrê. Nêzî 30 hezar karker li ser înşaetê dixebitin. Rûsan û biyaniyên din ji xwarinên me nexwarin. Ji ber xwarinê, karker hem bi vijikan ketin hem jî dilê wan rabû. Serî li revîrê dan. Derziyê êşbirê bo karkeran danîn, heb dan û piştre şandin. Dema ez ewil çûm revîrê tiştek nedan min. Dema ez cara duyemîn çûm, bo min derzî danîn û heb dan. Yên rewşa giran şandin nexweşxaneyên derdorê. Herî kêm 6 hezar karker ji ber xwarinê jehrî bûn. Hin karker hêj niha jî di beşên venihêrîn awarte ya nexweşxaneyê de tên ragirtin. Li gorî axaftinên karker di navbera xwe de dikin, heta niha herî kêm 6 karkeran jiyana xwe ji dest dane û ev yek tê veşartin. Tevî bûyera jehrîbûnê jî kar nedan sekinandin. Xebatên li wir hêj jî berdewam in. Karker bi rêk û pêk nayên tedawîkirin.”    O.O., da zanîn ku li santralê 8 saetan bi usûlê vardiyayê dixebitin û wiha bi dawî kir: “Li vir di her tiştekî de dor heye. Dema çûna daşirê, dema xwarinê û hwd. tevek jî bi dorê ne.”    MA / Hamdullah Yagiz Kesen