Zem li bilêtên trêna bilez hate kirin 2023-09-17 13:53:21   NAVENDA NÛÇEYAN - TCDD’ê ji bo fiyetên bilêtên trêna bilez zem kir.    Rêhesinên Dewletê ya Komara Tirkiyeyê (TCDD) ji bo fiyetên bilêtên Trêna Leza Wê Zêde (YHT) zem kir. Bi vê yekê re fiyetê bilêta di navbera Enqere-Stenbolê de ku 323 TL bû, derxist 430 lîreyan.    Fiyetê bilêta rêya di navbera Enqere-Konyayê de ji 146 lîreyan derket 200 lîreyan; yê bilêta rêya di navbera Enqere-Eskîşehîrê de jî ji 136 lîreyan derket 225 lîreyan.    Bilêtên xeta Enqere-Yozgatê jî ji 130 lîreyan derket 173 lîreyan.