Li Wanê modela aboriya komunal: VAT-ÎŞ-KOOP 2023-09-24 09:00:44   WAN - Kooperatîfa Berhemên Çandiniyê ya Wanê ku ji aliyê 60 kesî ve hat avakirin, mînakeke baş a modela hilberîna komunal dide der. Endamên kooperatîfê li dijî polîtîkaya koçberiyê bal kişandin ser girîngiya hilberînê.    Kooperatîfa Berhemên Çandiniyê ya Wanê (VAT-ÎŞ-KOOP) ku par ji aliyê 60 kesî ve hatibû avakirin, li navçeya Artemêtan, Erdîş, Bêgirî, Tûşba û Westanê li ser hezar û 500 donimî dest bi çandiniyê kiribû. Kooperatîfê dest bi berhevkirina berhemên xwe kir. Kooperatîfê îsal sêv, hirmî, kartol, nok, fasûle û sil danî. Seranserê salê hemû endamên kooperatîfê bi awayekî komunal zeviyê av dan, tevrik kirine û li berheman miqate bûn. Endamên kooperatîfê yên di dema çinînê de bi hev re tevgeriyan, berhemên xwe yên ewil berhev kirin. Endam ku têkildarî kooperatîfê axivîn, destnîşan kirin ku armanca wan a sereke ew e ku polîtîkaya koçberkirinê serobino bikin.    Endamê VAT-ÎŞ-KOOP'ê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci anî ziman ku îsal hêla tuzel a kooperatîfê çêkirine. Avci bilêv kir ku tevî komeke heval hewl dane pêşengiya vê bikin ku civak xwe bi xwe debara xwe bike û got ku îsal di bin banê kooperatîfê de gelek berhem berhev kirine û berhemên çêbûyî berhev kirine.    ‘KOOPERATÎFBÛYÎN, JEHRKUJA KRÎZA ABORÎ YE'   Avci diyar kir ku salekê tevgeriyane û hin berhemn çandine û got: "Çendî em tam negihîştibin armanca wxe jî, lê kelecan, coş, bîr û baweriya bi hevalan re dide der ku em ê sala bê bi gavine mezin bigihîjin armanca xwe. Ji bo ev civak muhtacî kesî nebe çi ji destê me bê em ê bikin. Divê hemû kesên ji bo rêveberiyên xwecihî hatine bijartin bi vê armancê tevbigerin. Armanca me ya sereke derfetên şaredariyê hebin an jî tune bin, em li gorî pêdiviyên civaka xwe hilberînê bikin û bi awayekî herî baş pêşkêşî civaka xwe bikin. Helwdana me ji bo vê ye. Tevgera kooperatîfbûyînê, jehrkuja krîza civakî û aborî ye. Lewma tekane rêya ku tu bi kêrî xwe bêyî. Em jî ji bo vê têdikoşin."    ‘ARMANCA ME: EM MUHTACÎ DERVE NEBIN'   Endamê kooperatîfê cotkar Mehmet Pala jî destnîşan kir ku armanca kooperatîfê ew e ku gel daxilî nava hilberînê bê kirin û cotkar bên cem hev du û hîn bêtir hilberînê bikin. Pala bilêv kir ku nêzî salekê ye dixebitin û got: "Armanca me em bi xwe hilberînin û muhtacî kesî nebin."    Parlamentera Partiya Çepên Kesk û endama Kooperatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî destnîşan kir ku armanceke wan a sereke ew e ku bi axê re bibin yek û li hemberî pergalê alternatîfekê ava bikin. Sayyîgîtê diyar kir ku bi polîtîkayên "ewlehîparêz" ên ji salên 90'î ve li Kurdistanê tên meşandin polîtîkaya koçberkirinê tê kirin û got: "Gel ji ber vê polîtîkayê ji gundê xwe derketin. Dest ji bax û baxçeyên xwe berdan û ji bêgavî koç kirin. Gelê me ji ber krîza aborî nikare debara xwe bike. Me jî xwest em bi vê kooperatîfê re rê li ber vekin ku mirov vegerin gundên xwe û çandiniyê bikin."    Hevseroka HDP'a Wanê û endama kooperatîfê Handan Karakoyûn jî anî ziman ku beranberiya keda salekê wergirtine û got ku armanca sereke ya kooperatîfê ew e ku mirovan car din ber bi axê ve bibin û muhtacî desthilatê nekin.