Bi saetan kîloya îsotan ji bo 2 lîreyan ji hev dibijêrin 2023-09-24 09:35:33   RIHA - Jinên hewagî ji bo debara xwe bikin, rojên xwe bi jihevbijartina îsotan derbas dikin ku serê her kîloyê tenê 2 TL jê re tên dayîn. Jin, bi gazincin ku li navçeya wan îstîhdam tune ye.    Jinên ku di jiyana xebatê de anîne rewşeke dezavantaj, an kar nabînin an jî di karên tê de dixebitin keda wan tê xwarin. Li Tirkiyeyê sînorê birçîtiyê 12 hezar û sînorê xizaniyê jî 39 hezar e. Di vê rewşa giran de pêdiviya jinan a bi kar zêdetir heye lê vebijêrkên wan li gorî yên zilaman kêmtir in.    Jinên ku li navçeya Hewag a Rihayê dijîn jî îsotan ji hev dibijêrin û hewl didin debara xwe bikin. Jinên ku riha îsota tûj a di çêkirina îsota biharatî de tê bikaranîn ji hev dibijêrin, di saetên zû yên serê sibehê de dest bi kar dikin û heta êvarê dixebitin. Ji bo serê kîloya îsotên ji hev hatine bijartin jî tenê 2 TL’an qezenc dikin.    70 SALÎ YE Û TEQAWID BÛYE LÊ...    Zehra Durmaz a 70 salî nikare bi mûçeyê xwe yê teqawidiyê debara xwe bike lewma vî karî dike. Durmaz, da zanîn ku ji bo dayîna deynên xwe hewl dide di demsala havînê de îsotan ji hev bijêre û heta astekî ji hêla aborî ve rehet bibe. Durmaz, wiha got: “Cotkar bi febrîqeyan re lihev dikin. Îsotan difiroşin wan. Em jî tên vê derê û îsotan ji hev dibijêrin. Saeteke karê me nîne. Heke îsot bên, ew roja me bi ji hev bijartina îsotan derbas dibe. Li navçeya me kar nîne lewma zarokên min koçber bûn. Gelek nexweşiyên min hene lê dîsa jî neçarim ku bixebitim. Qet nebe deynên xwe didim.”    ‘ZEVÎ DÛR IN, TENÊ EV KAR HEYE’   Îslîm Durmaz (45) û Emîne Durmaz (44) jî destnîşan kirin ku di demsala havînê de vî karî dikin ji ber ku li navçeya wan qadên îstîhdamê nînin. Jinan, anîn ziman ku ji ber pirsgirêka veguhestinê nikarin di nava zeviyan de bixebitin û wiha gotin: “Karekî bi rêk û pêk nîne lewma debara me jî bi rêkûpêk nîne. Em pirsgirêka debarê dijîn.”    TEKANE ÇAVKANIYA DEBARÊ   Ayşe Ressan a 43 salî piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di sala 2011’an de dest pê kir, ji ewil derbasî navçeya Pirsûsê bû û piştre hate Hewagê. Ressan, got ku tevî zarok û xwesûya xwe îsotan ji hev dibijêrin û debara xwe wiha dikin. Ressan, ku 4 sal berê tevî malbata xwe hate navçeyê, da zanîn ku serê sibehê saet di 06.00’an de dest bi kar dike û axaftina xwe wiha qedand: “5 zarokên min hene. Tevî hevjînê min em 7 kes li malê dimînin. Em hewl didin bi pereyê em ji vir bi dest dixin debara xwe bikin.”    MA / Ceylan Şahînlî