Li Semsûrê vînç wergeriya: 3 karker bi giranî birîndar bûn 2023-09-26 13:30:52 SEMSÛR - Li Semsûrê di encama wergerîna vînca kûleyê de 3 karker bi giranî birîndar bûn.    Li Semsûrê di encama wergerîna vînca kûleyê ya li şantiyeya TOKÎ’yê de 3 karker bi giranî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku betalkirina mekanizmaya swîtchê (Dema ku vînc digihîje dawiya rêhesinê ji motorê re sinyalekê dişîne, dibe sedem ku vînc raweste) bûye sedemê wergerîna vîncê. Yakûp Ş., Denîz A. û karkerekî navê wî nehate zanîn ê di qezayê de birîndar bûn ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Semsûrê.    Hate zanîn ku vînc aydê fîrmaya taşeron a Esat Mîran a girêdayî Şîrketa Anonîm a Înşaet Bazirganî û Senayiyê ya Ahesê ya di qonûtên erdhejê de mutehid e ye.