Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn 2023-10-04 10:00:26 AMED - Tiriyê ku îsal li rezên gundê Eskar a Pasûrê hatin komkirin gelek berhemdar nebûn. Ji tiriyê van rezan şire, bastêq û benî tê çêkirin. Ji ber cudahiya avhewayê, li Kurdistanê tirî gelemperî ji serê meha îlonê heta dawiya meha cotmehê tê çinîn. Dema çinîna tirî ji çinînê zêdetir vediguhere zindîkirina kevneşopiyên civakê. Di nava rezên zerbûyîn de her kes peywirekê li xwe digire. Hinek kes tirî kom dikin, hinek tiriyê di setilê de dibin, hinek di hewzê de tirî dimeriçînin, hinek şireyê dibin cem qazanan, hinek agir hil dikin, hinek daran kom dikin, hinek kefa li ser devê qazanan kom dibe jê digirin, hinek kes malêz û hinek kes jî bi çêkirina bastêq û beniyan mijûl dibin. Di dema vê pêvajoya hilberînê de kelecan û rengîniyeke mezin heye û mînakên piştevaniyên yên xweşik derdikevin holê.   REKOLTE BAŞ NÎNE     Her çiqas îsal li mezrayên gundê Eskar ê Pasûr a Amedê rekolte baş nebe jî, qazan ji bo şire, bastêq, dims û benî dikelin. Cotkarên ku rezên wan ne mîna salên berê berhemdar in, dibêjin ku sedema vê bêberiyê barîna baranên zêde yên di demsala biharê de, germahiya zêde ya havînê û bikaranîna xelet an jî dermanên sexte ye.    DI DEMA ÇINÎNA TIRÎ DE KEDA JINAN     Di pêvajoya çinîna tirî de gelemperî jin bi rola pisporiyê radibin. Di dema “guvaştin, kelandina şire û çêkirina bastêq” ê tiriyê ku piştî ked û zehmetiyeke mezin ji rezan hatine komkirin de keda jinan derdikeve pêş. Piştî ku şire di qazanan de hatin kelandin, jin malêza ku piştre hatiye amadekirin bi awayekî tenik li ser çarşefên ser banên avahiyan radixin. Her wiha rojek piştî temambûna karê ziwabûnê, jin bastêqê ji çarşefan digirin. Bastêqên heta demekî ji hewa ve daliqî dimînin, piştre tên pêçandin û ji bo demsala zivistanê tên rakirin.    8 SAETAN LI SER AGIRÎ DIKELE     Berevajî bastêq û benî, karê çêkirina dimsê hêsantir e. Piştî ku şire di qazanan de hate kelandin û hate parzûnkirin, qederê 8 saetan li ser agirekî kêm tê kelandin. Dema şire di qazanê de hate asta dimsê, wê demê li ser agir tê rakirin, bêhna wê tê vedandin û dema sar dibe jî li bîdonan tê tijekirin.