ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan 2023-10-10 13:50:20   STENBOL - ÎSÎG’ê ragihand ku di 9 mehên ewil ên sala 2023’yan de hezar û 409 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan û ji van karkeran 44 jê zarok in.    Meclisa Ewlekariya Tenduristî û Kar a Karkeran (ÎSÎG) rapora cînayetên kar ên 9 mehên ewil ên sala 2023’yan parve kir. Li gorî raporê; di nava 9 mehan de hezar û 409 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de hat destnîşankirin ku karkeran herî zêde li Stenbolê jiyana xwe ji dest dane û hejmara wan weke 209 hate ragihandin.    Di raporê de hat diyarkirin ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dan 44 jê zarok in û 75 jî penaber in.    ÎSÎG’ê da zanîn ku di meha îlonê de 151 karkeran di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.