Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin 2023-10-20 14:50:26   ENQERE - Budçeya sala 2024’an ku tê texmînkirin bi giştî 11 trilyon û 89 milyar be îro pêşkêşî Komîsyona Plan û Budçeyê hat kirin. Di budçeyê de tê texmînkirin ku trîlyonek û 133 milyar û 500 milyon lîre ji bo “parastin û ewlehiyê” bê veqetandin.    “Teklîfa Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2024’an” îro pêşkêşî Komîsyona Palan û Budçeyê ya Meclisê hat kirin. Tê texmînkirin budçeya sala 2024’an bi giştî 11 trilyon û 89 milyar be. Lê belê dahata wê wek 8 trîlyon û 437 milyar û 100 milyon hat hesabkirin. Li gorî vê yekê kêmasiyên budçeyê li derdora ji sedî 6,4 be. Di budçeyê de tê texmînkirin ku trîlyonek û 133 milyar û 500 milyon lîre ji bo “parastin û ewlehiyê” bê veqetandin.