Li quntara Çiyayê Cûdî jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir 2023-10-24 09:04:41 ŞIRNEX-  Li gundê Rihaniyê yê li quntara Çiyayê Cûdî jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir û ew ji nezêdekirina bihayê fistiqan bi gilî û gazin in û dixwazin ku ew heqê keda xwe bistînin.  Li navçeya Silopiya ya Şirnexê berhevkirina fistiqên binerdê dest pê kir. Fistiq her sal bi kedeke mezin tên çandin di demsala payîzê de jî tên berhevkirin. Niha jî çav û guhên cotkaran li ser bihayê fistiqan e ku bê diyarkirin e. Li navçeyê ku di sala 2019'an de qada hilberîna fistiqan 30 hezar donim bû, ev rêje di sala 2020'an de bû 60 hezar donim. Li herêmê hilbirîna fistiqan a ku bûye çavkaniya debara xelkê herêmê sal bi sal bihayê wê dikeve. Bihayê fistiqên ku li nav zeviyan tên firotin kîloya wê 15 lîre ye lê belê kîloya fistiqên li ser dezgehan tê firotin jî bihayê wê 50 lîre ye. Îsal jî cotkar û karker ji kêmbûna bihayê fistiqan nerazîne. Li gundê Rihaniyê yê bi ser navçeya Silopiyayê ku li quntarê Çiyayê Cûdî ye jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir. Fistiq di heman demê de ji jinan re çavkaniya debarê ye. Di her demsala payizê de ji Şirnex, Cizîr û Hezexê jin bi zarokên xwe ve berê xwe didin Silopiya û bi firotina fistiqên ku berhev dikin debara xwe dikin. Lê belê jin ji kêmbûna bihayê fistiqan bi gilî û gazin in.    'KEDA ME NAYÊ DÎTIN'   Ji jinan Buşra Durak (50) a ku ji Silopiya hatiye komkirina fistiqan diyar kir ku ew heqê keda destê xwe nastînin û wiha got: “Her sal di demsala payizê de jin ji Nisêbînê, Cizîrê, Silopiya û Hezexê tên vê derê fistiqan berhev dikin. Fistiqên ku em kom dikin em difiroşin bazirganan. Me par bi 10 lîreyan difirot û îsal jî bi 10 lîreyan ji me distînin. Hîle li me dikin. Heçiyê ku radibe li ser keda me bazirganiyê dike. Qîmeta keda destê me nema ye. Her tiştek jî bihakirine. Çima her tiştek girane, çima keda destê me erzane? Em nikarin debara xwe bikin. Sal bi sal karê me ev e. Ma ev jî jiyane? Em debara mala xwe bi van fistiqan dikin. Em bi pranî jî jin tên vê derê. Kesên ku ked dide jin in. Tişta ku jin dikin zilam nikarin bikin. Karê jinan her tim ji yê mêran zehmetir e. Keda me nayê dîtin. Jin bikin nekin weke ku nekirine. Bihayê fistiqan ê piyasayê 50-60 lîre ye, lê bi 15 lîreya ji me distînin. Bazirganên ku tên dikirin jî li gorî serê xwe bihayê wê diyar dikin. "   'ÇIMA BIHAYÊ HER TIŞTEKÎ GUHERÎ LÊ YÊ FISTIQAN NEGUHERÎ'    Zeynep Yilmaz (45), a ku ji gund çûye berhevkirina fistiqan jî anî ziman ku cotkarî roj bi roj dimire û debara gel a çavkaniyê jî ji holê radibe. Yilmaz da zanîn ku ev sê çar roj in ez têm berhevkirina fistiqan. Êdî berhevkirina wan dest pê kir. Ev sê rojin her serê sibehê em berê xwe didin nav zeviyên fistiqan. Tenê duh me 50'î kîlo kom kirin. Min 8 zarok hene û yek ji wan astengdar e. Em debara malê bi cotkariyê dikin. Par kîloya wê 10 lîreyan bû lê niha her bazirganek li gorî berjewendiyê xwe bihayê wê diyar dike. Her tiştek biha bû, çima bihayê fistiqê giran nabe? Çima tiştê ku par dihat firotin bihayê wê ji sed lîreyan dakete hezaran, lê çima fistiq biha nekirin? Ji ber ku keda destê xelkê ye ji ber wê her tim qels dikin. Cotkarî roj bi roj dimire. Ma ev neheqî nine? Ma tişta ku 10 lîreyan tê firotin maye? Debara vî gelî jî ev fistiq in. Heke ku ew jî nebe xelk nikare debara xwe bike."   HETA ÊVARÊ LI BER TAVÊ DIXEBITIN   Miran Durak (60) a ku ji Cizîrê hatiye jî dibêje ku bihayê fistiqan her sal dikeve û cotkar keda destê xwe nagirin û wiha axivî: “Em karker in. Em ji bo berhevkirina fistiqan hatine vir. Fistiqên ku em kom dikin hin ji wan ji malê re dibim û hin ji wan jî difiroşim. Karê me jî ev e. Kareke gelek zehmete, em heta êvarê li ber vê tavê dixebitin û êvarê jî diçin karê malê dikin. Fistiq jî bêqîmet diçe. Kesê ku xwedî zarok be nikare bi vî pereyî debara xwe bike. Tiştek pê nayê. Em ne tenê fistiqan kom dikin, em diçin pembû, diçin genim jî bershev dikin. Di vê demsalê de karê me ev e. Em tenê vê mehê dikarin bixebitin."   'FISTIQ HEYE QÎMET NÎNE'   Ji jinan Meryem Yavuz (40) ku ji Hezexê hatiye jî qala zehmetiyê kar kir û got: "Em zehmetiyê dikêşin, lê belê keda destê xwe nastînin. Piştî makîneyê fistiqên ku mane em jin tên kom dikin. Keda wê pirr e, lê qîmeta wê nîne. Em dixwazin ku bihayê wê bilind bikin da ku em jî bikaribin debara xwe bikin."   MA / Zeynep Durgut