Li Geverê rêjeya betaliyê ji sedî 70’ê ye 2018-04-29 09:08:50 COLEMÊRG – Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Geverê Îrfan Sari anî ziman ku piştî qedexeya derketina kolanan a li navçeyê hat îlankirin, li navçeyê rewşa aboriyê bi krîza heyî re bi temamî rûxiyaye û rêjeya betaliyê bûye ji sedî 70’ê.  Li Tirkiyeyê her diçe krîza aborî li her derî rû dide. Yek ji van bajaran jî Colemêrg û navçeyên wê ne. Li Geverê piştî qedexeya derketina kolanan ku di 13’ê Adara 2016’an de hat îlankirin hema bêje rewşa aborî bi krîza rû daye bi temamî rûxiyaye. Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Geverê Îrfan Sari, diyar kir ku esnafên navçeyê 2 salin bi zor û zehmetiyên gelekî giran re rû bi rû ne.    HEZAR Û 800 KARGEH HATIN RÛXANDIN Û ŞEWITADIN    Sari diyar kir ku di dema qedexeya derketina kolanan de hezar û 800 kargehên esnafan hatine rûxandin û şewitandin û ji van kargehan ji sedî 35 jê li Taxa Cumhûriyetê bûn.    HÎN JÎ ZIRARA ESNAFAN NEHATIYE DAYÎN    Sari, diyar kir ku piştî bidawîbûna qedexeyê li navçeyê Komîsyona Zirar-Ziyanê ku ew jî di nav de cih digire hatiye avakirin û got: “Di dema tespîtkirinê de em di nav komîsyonê de bûn, lê belê di dema biryardayînê de me ji komîsyonê derxistin. Ji esnafên ku serî li komisyona zirar-ziyanê dan ji sedî 50 jê hîn jî pereyên xwe nestendine. Esnafên ku di kire de bûn di dema qedexeyê de kire didan û bac ji wan dihat stendin.”    JI SEDÎ 70’YÊ NAVÇEYÊ BETAL E    Sari, diyar kir ku esnafê Geverê bi piştevanî birînên xwe yên aboriyî yên ji ber qedexeyê rû dan cebirandine, lê belê niha ji ber krîza aborî rêjeya betaliyê ya li navçeyê zêdetir bûye. Sari got: “Li navçeyê rêjeya betaliyê ji sedî 70 ye. Xwendekarên ji navçeyê çûn li derve xwendin, niha hemû mezûn bûne û vegeriyane navçeyê. Niha karekî wan tune ye û nayên tayînkirin. Jixwe ji sedî 60’ê gelheya navçeyê ciwan in.” Her wiha Sari diyar kir ku heman rewş li navenda Colemêrg û navçeyên wê yên din jî heye.